NAVENDA NÛÇEYAN
Meclisa Damezrîner a Federaliya Bakurê Sûriyê Zagona Rêvebirina Herêmên Rojava-Bakurê Sûriyê ku di sêyemîn civîna Meclisê de li ser hatiye erêkirin, ragihand.
Li gorî zagonê Rojava-Bakurê Sûriyeyê dibe sê herêm: Herêma Cizîrê ji Kantonên Qamişlo û Hesekê pêk tê, Herêma Firatê ji Kantonên Kobanê û Girê Spî pêk tê û Herêma Efrînê ji Kantonên Efrîn û Şahbayê pêk tê.
Zagona rêvebirina herêman wiha ye:
Li ser bingeha prensîba demokrasiyê û rûniştandina sîstema Rêveberiya Xweser, wê herêm ji hev bêne cudakirin, da brokrasiya ku sîstema navenda ji holê were rakirin. Bi vî rengî dê rêveberiya her herêmekê di milên xizmetguzarî, aborî û hamû milên jiyanî de berpirsiyar be, planên xwe yên dema pêş deyne pêşiya xwe û civaka xwe pêş bixe.
Beşa yekem
Pênase
Madeya /1/:
Zagon: Zagona rêvebirina herêmên Federaliya Bakurê Sûriyê.
Herêmên rêvebirinê: Gund, navçe, bajarok, herêm, Kanton û herêm.
Mezra: Herêmeke ku hejmara şêniyên wê 100 kesin.
Gund: Herêmeke ku hejmara şêniyên wê di navbera 101- 5 hezar kes de ye.
Bajarok: Herêmeke ku hejmara şêniyên wê di navbera 5 hezar û 10 hezar de ye û girêdayî navenda herêmê ye.
Navçe: Herêmeke ku hejmara şêniyên wê 15 hezar kes e û divê girêdayî bajar an bajarokê be.
Bajar: Herêmeke ku hejmara şêniyên wê zêdeyî 25 hezar kes be.
Tax: Parçeyek ji bajar an bajarokê ye, hejmara şêniyên wê li bajar 5 hezar kes e û li bajarokê 2 hezar kes e.
Herêm: parçeyek ji Kantonê ye, hejmara şêniyên wê 500 hezar kes e. Divê girêdayî bajar an bajarokê be.
Kanton: Kombûna bajar û gundewaran e. Kanton dikare ji herêmeke yan çend herêman pêk were. Divê navenda wê bajar be.
Herêma Federal: Ji Kantoneke yan zêdeyî Kantonekê pêk tê. Her wiha dikeve gelek herêmên ku di milên dîrokî, demografî, aborî û çandî de nêzî hev in bigire nav xwe.
Beşa duyem
Madeya /2/
Federaliya Bakurê Sûriyê ji gund, bajarok, navçe, herêm, Kantonan″ pêk tê.
Madeya /3/
Kanton ji herêman pêk tê, herêm ji navçeyan pêk tê, bajar û bajarok jî taxan pêk tên.
Madeya /4/
Nav, navend û sînorên mezra, gund, bajarok û navçeyan di çarçoveya pêşniyara Desteya Rêveber a Kantonê de, li gorî biryara Meclisa Kantonê têne guhertin.
Madeya /5/
Nav, navend û sînorên herêman ji aliyê Meclisa Gelan a Herêmên Federal têne guhertin û ji aliyê Kongreya Demokratîk a Gelan ve têne erêkirin.
Madeya /6/
Nav, navend û sînorên Kantonan ji aliyê Meclisa Demokratîk a Gelan ve têne guhertin û ji aliyê Kongreya Demokratîk a Gelan ve têne erêkirin.
Madeya /7/
Nav, navend û sînorên herêmên Federal li gorî zagona Kongreya Demokratîk a Gelan, têne guhertin.
Beşa sêyem
Madeya /8/
Federaliya Bakurê Sûriyê ji herêmên (Cizîrê, Firat û Efrînê) pêk tê.
Herêma Cizîrê ji Kantonên Hesekê û Qamişlo pêk tê.
Kantona Hesekê: Ji herêmên Hesekê, Dirbêsiyê, Serêkaniyê û Til Temirê, pêk tê.
1.Herêma Hesekê: Ji navenda bajarê Hesekê, her wiha bajarok, gund û mezrayên girêdayî navenda bajêr, her wiha navçeyên Şedadê, Erîşê û Holê pêk tê.
2.Herêma Serêkaniyê: Ji navenda bajar, gund, bajarok û mezrayên girêdayî wê û navçeya Zirganê pêk tê.
3.Herêma Dirbêsiyê: Ji navenda bajar, gund, bajarok û mezrayên girêdayî wê, pêk tê.
4.Herêma Til Temirê: li navenda bajar û gundên Xabûrê, pêk tê.
Kantona Qamişlo: Ji herêmên Qamişlo û Dêrikê pêk tê.
1.Herêma Qamişlo: Ji navenda bajar, gund, bajarok û mezrayên girêdayî wê û navçeyên Amûdê, Tirbespiyê, Til Hemîsê, Til Berek pêk tê.
2.Herêma Dêrikê: Ji navenda bajar, gund, bajarok û mezrayên girêdayî wê û navçeyên Girkê Legê, Til Koçer û Çilaxa pêk tê.
Herêma Firatê: Ji Kantonên Girê Spî û Kobanî pêk tê.
Kantona Kobanî: Ji herêmên Kobanê û Sirînê pêk tê.
1.Herêma Kobanê: ji navenda bajar, gund, bajarok û mezrayên girêdayî wê, her wiha navçeyên Şêrwan û Qenaya pêk tê.
2.Herêma Sirînê: Ji navenda bajar, gund, bajarok û mezrayên girêdayî wî û navçeya Çelebiyê pêk tê.
Kantona Girê Spî: Ji herêma Girê Spî, gund, bajarok û mezrayên girêdayî wê, her wiha navçeyên Eyn Îsa û Silûkê pêk tê.
Herêma Efrînê: Ji Kantonên Efrîn û Şahbayê pêk tê.
Kantona Efrînê: Ji herêmên Efrîn, Cindirêsê û Raco pêk tê.
1.Herêma Efrînê: Ji navenda bajar, gund, bajarok û mezrayên girêdayî wê û navçeyên Şêrawa, Mabeta, Şera, Meydankê pêk tê.
2.Herêma Cindirêsê: Ji navenda bajar, gund, bajarok û mezrayên girêdayî wê û navçeya Şiyê pêk tê.
3.Herêma Raco: Ji navenda bajar, gund, bajarok û mezrayên girêdayî wê û navçeyên Bilbilê, Meydankê, Behdîna pêk tê.
Kantona Şahbayê: Ji herêma Til Rifet û sê navçeyan pêk tê.
1.Herêma Til Rifet: Ji navenda bajar, gund, bajarok û mezrayên girêdayî wê û navçeyên Ehrez, Fafîn û Kefer Naya pêk tê.
Madeya /9/
Ev biryar ji dîroka erêkirina Meclisa Damezrîner a Federaliya Bakurê Sûriyê de, dikeve piratîkê.
Ji ANHA'yê hatiye girtin