Diyarname
Li Stenbolê îro berêvarkî birûsk li ketin, baranek xurt bariya û tiştên sipî bi ser mirovan de hatin xwarin. Ev tiştên sipî wisa bi şik bariyan ku hin camên erebeyan, camên malan şikandin. Ê navê van tiştan çi bû? Û kurdan rabû bi ser vê tofana Stenbolê re dest bi nîqaşa "ev tiştên sipî" kirin. Derket holê ku her herêm tiştek dibêje. Me ev nav ji nav nîqaşa tora civakî ji bo we neqandin:
1- Teyrok
2- Gijlok
3- Zîpik
4- Xilolîk
5- Xişik
6- Xilîlok
7- Teyrik
8- Terg(e)
9- Tûlî
10- Xizxizîk
11- Xijxijîk
Têbinî: Wekî din nav hebin û ji bo me bên emê lê bikin...