Diyarname
Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaşî li ser xirakirina li Sûra Amedê peyamek şand. Demîrtaşî got ew kampanyaya îmzeyan a Platforma ji Xirakirina Sûrê re Na îmze dike.
Demîrtaşî wisa got: "Platforma ji Xirakirina Sûrê re Na li hemberî xirakirina Sûra ku şahida zindî ya çanda me, şahida bîra me ya hezaran salan e, cihek ku ji bo gelek şaristaniyan mazûvanî kiriye daye dest pê kirin. Ez bang li gelê me dikim ku piştgiriya vê kampanyayê bike. Di serî de ez silavên xwe ji bo gelê me yê li Sûrê dijî, silavan li hemû gelê me dikim."