Diyarname
Tîma Spanyayê Real Madrîd ji Monaco lîstikvanê bi navê Kylian Mbappe bi 179 mîlyon Euroyî transfer kir û bi vê yekê rekora dîroka fûtbolê ya di warê transferê de şikand.
Li gor nûçeya Independentê Real Madrîd dê 161 mîlyon berdêla bonservîsê bide û ligel bonusan jî Mbappe dê li ser wan 179 mîlyon euroyî bibe mal.
Berê Real Madrîd fûlbolîstî transfer bike tîma Paris Saind Germain û tîmên îngilîz Manchester United, Manchester City, Liverpool, Arsenal û Chelsea ketibûn dû wî.
Kylian Mbappe di 11 saliya xwe de ligel Chelsea derketibû antremanên ceribandinê û wê çaxê formaya "KYLIAN 10" li xwe kiribû, hê jî dibêje ew bi vê formayê serbilind e.
Teknîk Dîrektorê tîma îngilîz Arsenal Arsene Wenger ew şibandibû lîstikvanê fransiz ê efsanewî Thierry Henry û wisa gotibû: "Jîrek mezin e. Ew jî wekî Henry ji Monaco derketibû. Min aliyên wî yên dişibin Henry dîtin. Lê tiştê kariyerê baş dike aqilê ku Henry xwediye divê hebe. Gere ev zarok nîşan bide ku aqilê bi Henry re jî pêre heye û wî nîşan bide."
Di heman demêde Wenger diyar kiribû ku di roja me de ciwanên wisa zû têne kifşkirin, tÎmên mezin wan dixwazin, her kes qala wan dike, ez hêvî dikim ev yek bandorek neyînî li wî neke.
Bave wî Wilfrid li banliyoyên rojhilata Parîsê di tîma herêmî AS Bondy de teknîk dîrektorê wî bû. Mbappe ji roja bûye ve bi gogê dilîze. Di 8 saliya xwe de di tîma AS Bondy de lîst. Li nav welat û derveyî welat bala gelek tîmî kişand. Transferê Monaco bû, di tîma Monaco de di Lîga Şampiyonan gol avêt ku bi vê pênase lîstikvanê herî ciwan ê di Lîga Şampiyonan de gol avêtiye bi dest xist. Her tişt di lîstika li hemberî Manchester City ya di Lîga Şampiyonan de çêbû, ji ber ku wî di vê maçê de performansek xweş nîşan da û klûban berê xwe da wî.
Di sala borî de di 44 maçan de lîst, 26 gol avêtin ku ji van di Lîga Şampiyonan de du gol avêtin Manchester City, sê avêtin Borussia Dortmund û yek jî avêt Juventusê. Bi vê serketina xwe ji bo Tîma Neteweyî ya Fransayê bangê wî kirin û ew bû duyemîn lîstikvanê herî ciwan ku di tîma neteweyî de dilîze.