Silêmanî
Îro di saet 10:15’ê de Civata Nîştimanî ya Tevgera Goran ji bo hilbijartina Rêberê Giştî û Desteya Rêveberiyê, li navenda xwe ya sereke ya li Girê Zergete ya bajarê Silêmaniyê civiya.
Di encama dengdanê de ji bo RêberiyaGiştî ya Tevgera Goran Omer Seyîd Elî hat hilbijartin.
Her wiha ev kes jî ji bo rêveberî hatin hilbijartin:
- Sekreterê Kar û Barên Civata Giştî Reûf Osman
- Sekreterê Kar û Barên Koma Goran Celal Cewher
- Sekreterê Kar û Barên Şarewanî Osman Hacî Mehmûd
- Sekreterê Kar û Barên Xelk Şoreş Hacî
- Sekreterê Kar û Barên Odeyan Mihemed Tûfîq Rehîm
- Sekreterê Civata Niştîmanî Cemal Mihemed
Omerî Seyîd Elî kî ye?
Omer Seyîd Elî ku bû Rêberê Giştî yê Goranê kî ye? Ew di sala 1945'an de li taxa Şêxan a Silêmanî ji dayîk bûye û li wê xwendina dibistanê temam kiriye.
Di sala 1974’an de Omer Seyîd Elî bû pêşmergeyê şoreşa Îlonê û heya paşketina şoreşê dewam pêşmerge bû, di sala 1975’an de bû endamê rêveberiya Komele.
Di sala 1976’an piştî eşkerebûna rêxistina wan, Omer Seyîd Elî ligel 6 rêveberên Komele çûn Îranê, li wir hatin binçavkirin û radestê Iraqê hate kirin.
Piştre ji aliyê hikumeta Iraqê ve di 11’ê Tîrmeha 1976’an de 6 sal cezayê girtigehê hate dayîn, di sala 1979’an de ber efûya giştî ket û hat berdan.
Omer Seyîd Elî piştî ji zindanê hat berdan bû endamê rêveberiya Komele û ji bo rêveberiya YNK'ê hat hilbijartin.
Di sala 1980’an de ji ber bombebarana balafiran li Binarê Koye birîndar bû, ji bo dermankirinê ew şandin Swêd û li wir serpereştiyariya rêxistinên YNK yên Ewropa kir.
Omer Seyîd Elî di hemû kongreyên YNK’ê de wekî endamê rêveberî û endamê polîtburoyê hat hilbijartin. Her wiha demek Serokê Şandeya Guftûgo ya YNK’ê bû ji bo li gel PDK’ê pêvajoya aştiyê bi rê ve bibe.
Cudatir ji karên hizbî Omer Seyid Elî di sala 1993’yan de bû endamê Parlamentoya Herêma Kurdistanê, demekê berpirsê navenda darayî ya YNK’ê û berpirsê polîtburoya YNK’ê ya Silêmaniyê jî kiriye.
Wî jî ligel Newşîrwan Mistefa, Qadir Hacî Elî, Osman Haci Mehmûd û Mihemed Tofîq Rehîm dest ji endamtiya polîtboruya YNK’ê kêşan. Di hilbijartina 2009’an de bû namzetê listeya Goran û piştre xwe paşde kêşa.
Omer Seyîd Elî ji berê bibe Rêberê Giştî yê Tevgera Goran, serpereştiyarê komên Goran bû.
Di sala 2016’an de li pêşiya Newşîrvan Mistefa koça dawî bike, ji ber nexweşiya xwe li Brîtanya bû. Bi rêya Balyozxaneya Iraqê li Londonê wekaletnameyek hatiye dayîn ku Omerî Seyîd Elî, ji bo ku karê yasayî yê Tevgera Goran bi rê ve bibe.