Diyarname
Hunermend Ayfer Duzdaş bi albumeke nû ya solo li pêşberî hezkiriyên xwe ye. Duzdaş di vê albumê de ji Xoresanê heta Çorûmê stranên kurdên elewî vegotine ku navê albumê jî ji xwe "Ji Xorasanê Heta Çorimê Newayên Kurdên Elewî" ye.
Album ji Kom Muzîkê derketiye, stranên wekî "Hey Narim", "Lo Wer Meke", "Rêka Dostan", "Berde", "Janê Zerya", "Nowe Nowe", "Elî Elî", "Pûpa", "Şahê Merdan" hene.
Em ji vê albumê strana "Janê Zerya" hildibijêrin, dikin klîba hefteyê û pêşkêşî we dikin.
(Ji bo têkilî: twitter.com/kommuzik, facebook.com/kommuzikoffical, instagram.com/kommuzik)
Fermo strana: Janê Zerya