Diyarname
Tîma Tirkiyeyê Galatasaray (GS) di dûra duyemîn a Lîga Ewropa UEFA'yê de li Stenbolê ligel tîma Swêdê Ostersunds lîst. Maça yekem li Swêdê bi 2-0 serketina Ostersundê bi dawî bûbû. Ji bo Gs bi ser bikeve jêre sê gol lazim bûm, lê nebû. Di deqîqeya 60'an de lîstikvanê Ostersundsê yê kurd Nûrî (Birwe Nouri) ji penaltiyê gol avêt û Ostersunds bi 1-0 derket pêş. Di deqîqeya 69'an de li ser navê GS Ahmet Çalik gol avêt, encam bû 1-1 lê ev encam bi kêrî GS nehat. Û di dawiyê de Ostersunds rêya xwe dom kir, derbasî Dora 3'yem a Lîga Ewropa UEFA'yê bû, û GS vegeriya mala xwe.
'Ostersundsa biçûk GS'ya mezin têk bir'
Çapemeniya Swêdê cihek fireh ji bo Ostersundsê veqetand. Ji wan rojnameya Aftonbladet ku xwedî tîrajek mezin e wisa nivîsî. "Ostersunds surprîzek mikemel çêkir û klûba mezin têk bir. Expressen jî wisa nivîsî. "Ostersundsa biçûk Galatasaraya mezin têk bir û ew ji Lîga UEFA avêt."