Komîteya Parastina Rojnamegeran (The Committee to Protect Journalist, CPJ) kesên ku wê Xelata Azadiya Çapemeniyê ya Navdewletî ya 2017'an bidin wan eşkere kir.
4 rojnamegerên ji Kamerûn, Meksîka, Tayland û Yemenê wê îsal xelatan bistînin ku rastî destdirêjî, girtin û gefa kuştinê ya dewletê hatine.
Dîrektorê Birêvebirinê yê CPJ'yê Joel Sîmonî got, “Li hemû cîhanê rojnameger bi fişar û gefxwarinê re rû bi rû ne. Yên ku me xelat kirine ew kes in ku herî zêde bi karê xwe re mijûl dibûn û xwedî cesaret bûn û mînakên ku herî zêde girîngiya rojnamegeriyê zêde dikirin.”
Ahmed Abba, Particia Mayorga, Pravit Rojanaphruk û Afrah Nasser hêjayî xelatdayinê hatin dîtin.
Merasima xelatan wê di 15'ê sermaweza 2017'an de li New Yorkê li dar bikeve.
Ji BÎANET'ê hatiye girtin
Foto, yên li jor Ahmet Abba û Afrah Nasser, yên li jêr Patricia Mayorga û Pravit Rojanaphruk