Enîgma bi 52 hezar dolarî hat firotin
Diyarname
Li Romanyayê makîneya þîfrekirinê ku di Þerê Cîhanê yê 2'yemîn de hatiye bikaranîn bi 52 hezar dolarî hat firotin. Ji bo firotinê li Muzexaneya Artmark a li Bukreþê mezad li dar ket.
Li gor nûçeya CNN'ê ev makîneya bi navê Enîgma ku bi kêrî þîfrekirina peyaman dihat di Þerê Cîhanê yê 2'yemîn de li Almanyaya Nazî hatiye bikaranîn. Makîne hê jî dixebite.
Midûrê Têkiliyên Miþteriyan ê Artmarkê Vlad Georgescu got ku koleksiyonerek ji bazaran tiþtên kevn têde difroþin ev makîne dîtibû û bi 114 dolarî kiribû ku ev makîne di sala 1941'ê de li Almanyayê hatiye çêkirin.
Ev Enîgma di Almanyaya Nazî de ji bo peyaman þîfre bike û careke din þîfreyê biþkîne hatiye bikaranîn. Cureyên Enîgma yekemîn car di sala 1920'î de ji bo karên bazirganî hatibûn çêkirin. Paþê li gelek welatan ji bo di saziyên artêþ û dewletê de bêne bikaranîn bi taybetî hatin çêkirin. Di sala 1939'an de jî Enîgma bû wekî amûreke ragihandinê ya hêzên çekdar ên Almanyayê.