BATMAN
Mizgîna ji Batmanê a 17 salî di Şampiyoniya Atletîztê ya Stêrkên Dinyayê ku li Kenyayê li dar ket de bû yekemîn.
Yekîtiya Federasyona Atletîzmê ya Navneteweyî (IAAF) li paytExta Kenyaya Naîrobiyê vê şampiyoniyê li dar dixe. Di vê şampiyonayê di beza 100 metre de Mizgîn Ay a ji Batmanê di fînalê de beziya. Ay bi dereceya 11,62 bû yekemîn. Ay medelyaya zêrîn bi dest xist û bû şampiyona dinyayê.
Mizgîn Ay yek ji 7 zarokên malbatê ye, 13 sal berê ligel malbata xwe ji Batmanê çûye Beypazariya Enqereyê. Ew di pola 9'an a Lîseya Beypazari de dixwîne. Ew hem di atletîzmê de xwe pêş dixe û hem jî di dawiya hefteyê ligel malbata xwe xebata karkeriya demsalê dike.
DÎHABER