Diyarname
Warner Bros dadgeha li ser mafên "Efendiyê Gustîlan" winda kir û mecbûr ma ku 80 mîlyon dolar telîfê bide.
Mîrasxwirên nivîskar J.R.R. Tolkein der barê kompaniya amerîkî Warner Bros de doz vekir û îdîa kir ku kompaniyê mafê ticarî ya pirtûkên "Efendiyê Gustîlan" û "Hobbît" binpê kiriye û ji bo vê ji kampaniyê 80 mîlyon dolar tazmînat xwest.
Weqfa ku keça Tolkein a bi navê Priscilla Tolkein xwediye der barê kompanî de doz vekiribû û wan li ser dayîna tazmînatê li hev kir.
Warner Bros di sala 1969'an de mafên fîlm û mafê firotina berheman bi dest xistibû. Lê yên doz vekirin gotin ku ev maf di destê Warner Brosê de ye, lê kompaniyê mafê karkirina karakterên romanê ji lîstikên vîdyo, telefonên destan û ji fîgurên makîneyên qumarê jî binpê kirine. Ji bo vê yekê malbatê di sala 2012'yan de derbarê Warner Bros de doz vekir û 80 mîlyon dolar tazmînat xwest. Piştî 5 salan li hev kirin û dê pere bidin malbatê.