Rêzan Mihemed / Silêmanî / Rojnews
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), li ser rewşa dawî ya xebatên têkildarî lidarxistina komxebateke hevpar ya yekîtiya netewî, li bajarê Silêmanî daxuyanî da çapemeniyê.
Cîgirê Hevserokên KNK'ê Tahir Kemalîzade berî civînê bi kurtî bibîr xist, ku wan bi dehan hêz û partiyên siyasî yên li çar parçeyên Kurdistanê dixebitin re hevdîtin kirine û spasiya xwe pêşkêş kir.
Biryara komxebateke netewî ya kurd hate dayîn
Piştî Kemalîzade, endama Konseya KNK'ê Perwîn Ezîz axivî, diyar kir ku ji sala 2016'an ve wan ev kar daye dest pê kirin û got: "KNK'ê di rezbera 2016'an de li bajarokê Kara Încîr ê Kerkûkê civînek lidar xist. Di vê civînê de biryar hate girtin ku platformeke hevpar a li ser nirxandina yekîtiya neteweyî ya kurd bê avakirin. Di çarçoveya vê biryarê de roja 12'ê pûşpera 2017'an me li Silêmanî dest bi vî karî kir."
‘Me bi hemû partî û rêxistinên kurd re hevdîtin çêkir’
Ezîz diyar kir wan bi partiyên siyasî yên li çar parçeyên Kurdistanê re hevdîtin çêkirine, ev hevdîtinên wan hê jî didomin û got: "Şandeyên ji aliyê KNK'ê ve hatin avakirin, bi partiyên siyasî yên li Kurdistanê re rûniştin. Danûstandin û hevdîtinên şandeyên me yên bi partî û hêzên siyasî yên li Başûr, Bakur, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê re dewam dikin. Di encama vî karê hêja de biryar hate dayîn, platformeke hevpar a ku mijara yekîtiya neteweyî li ser bê nîqaşkirin were avakirin. Di nava du hefteyên pêşiya me de, heyeta KNK'ê wê bi rewşenbîr, akademîsyen û hunermendên li Hewlêr, Silêmanî, Duhok, Kerkûk, Helebçe û cihên din re jî hevdîtin pêk bîne."
300 kes beşdar dibin
Ezîz got: "Di pêvajoyeke bi vî rengî de ku li Kurdistanê û gelemperiya Rojhilata Navîn bûyerên ew çend girîng diqewimin, xebatek ji bo yekîtiya neteweyî gelekî girîng e" û wiha berdewam kir: "Piştî ku ev karê me di nava du hefteyên pêş de qediya, em ê rojên 15-16'ê tîrmehê bi beşdariya 300 kesên ji partiyên siyasî, rewşenbîr, akademîsyen, kesayetên welatparêz û beşên cuda yên civakê dest bi karê platforma nirxandina yekîtiya neteweyî bikin. Wezîfeya sereke ya her partiyeke siyasî û kesayetekî welatparêz ê Kurdistanî ye ku piştgiriyê bide vî karî. Em hêvîdar in ji bo yekîtiya neteweyî ya gelê me, wê ev gava girîng were avêtin."