Diyarname
Kayyûmên ku dest danîne ser şaredariyên kurdan rika xwe ya li hemberî tabelayên kurdî didomînin. Vê carê jî li Dêrsimê ev rika xwe anîn cih. Walî Osman Kavak ku hikumetê ew wekî kayyûm li Dêrsimê peywirdar kiribû dîsa ji aliyê hikumeta Tirkiyeyê ve ew ji kar hat girtin û tayîna wî şandin Samsunê. Ji dêvla wî Qeymeqamê Kadikoya Stenbolê Tuncay Sonel wekî Waliyê Dêrsimê hat şandin. Sonel di heman demê de wetkî kayyûm şandin ser Şaredariya Dêrsimê. Kayyûmê berê bi brandayek tabelaya bi kurdî "Şaredariya Dêrsimê" veşartibû, kayyûmê niha ew tabela bi temamî daxist û tabelayeke ku li ser "Tunceli Belediyesî" dinivîse daliqand.
Kayyûmên din jî li bajar û navçeyên din ên kurdan tabelayên bi kurdî daxistibûn.