Diyarname
Di Kûpaya Konfederasyonê de îro maça dawî ya nîv fînalê hat lîstin. Almanya û Meksîka ji bo herin fînalê bi hev re lîstin. Di 8 deqîqeyên pêşî de Almanyayê 2 gol avêtin (deqe 6 û 8 gol Leon Goretzka) û hefsarê maçê girt destê xwe. Di deqiqeyên din de Meksîkayê ber xwe da, hema dixwest golek biavêje û nîveka yekemîn wisa bi dawî bike lê nebû.
Di nîveka duyemîn de dîsa Meksika bi hemû hêza xwe, atak û berxwedana xwe li sehayê bû lê ji devla ew golê biavêje Almanyayê di deqîqeya 59'an de bi Timo Werner encam kir 3-0.
Li ser navê Meksîkayê Marco Fabian golek gelek xweş avêt skor anî 3-1 lê fêde neda. Û di deqîqeya 90'î de li ser navê Almanyayê Amin Younes navê fînalê diyar kir: 4-1, Almanya.
Bi vê yekê Almanya bû reqîbê Şîlî.
Almanya û Şîlî roja 2'yê tîrmehê saet 21'ê de dê ji bo kûpayê bên hemberî hev.
Portekîz û Meksîka jî heman rojê saet 15'an de dê ji bo sêyemînî bilîzin.
Li Tirkiyeyê TRT 1 maçan yekser diweşîne.
**
Nûçeyên eleqedar:
- Bi 3 penaltiyan fînalîst diyar bû: Şîlî
- 4 tîmên nîv fînalîst diyar bûn
- Fînalîstên pêşî diyar bûn: Portekîz û Meksîka
- Surprîz çênebû: Her du maç jî bi 1-1'ê bi dawî bûn