FÊRGÎN MELÎK AYKOÇ
Hûn bawer nakin, ne? Hele carê derkevin nava Kurdan û bipirsin, hûnê bibînin ku her kes gundê xwe wek navenda Kurdiya Bilind dibîne. Hima çend mînakên balkêş:
Camêr "şêrîn" nivîsiye. Min jê re nivîsî: "rastiya wê "şîrîn" e û ev ji şîrê pêsîrên dayîkê tê, lema gotine: "Ma ji pêsîrê dayîkê şîrîntir çi heye?" Goştê şêr ne şîrîn e. Camêr got: "Li gundê me wisa dibêjin. Hew! Devê xwe bigire!"
Rewşengijekek wiha nivîsî bû: "Jina porsor î, bejnzirav î çav belek î jîr!" Min ji beg re nivisî: Ev paşgîna "î" paşgîna zayenda nêr a nepenî ye, lê te ji bo jinê bikaraniye. Wî wiha bersivand: "Li gunde me wisa dibêjin, ma tu nizanî ku Kurdiya herî rast li gundê me tê axaftin?"
Yekî navsal wiha nivîsî bû: "Wî jinikî û wî mêrî nas dikim!" Min ji wî re jî nivîsî: "Bira ne "wî jinikî, wê jinikê!" Camêr wisa bersiv da: "Yau ma sen de kîm sin? Bîzîm koyde ole dêrler, qafa axirtma be cahîl!"
Hin kesan navê mamoste li xwe kirine, li ser facebookê herê carê wêneyekî diweşînin, mînak wêneyê tiliyan û dipirsin: "Li ba we ji van re çi dibêjin?" Hin camêr jî li gor zanîna xwe dinivîsin. Di encamê de qaşo mamosteyê xwediyê pirsê dibêje: "Yê we şaş in, li ba me (gundê me) wiha dibêjin. Hûn Kurdî nizanin!."
Camêrek dipirse: "Tu dizanî navê Zerfê bi kurdî çi ye?" Yê li hemberê wî jî dibêje: "Di hin ferhengan de "pêçe" dinivîse!" Camêr bi hêrs dibersivîne: "Na, ne rast e, li gundê me ZORF dibêjin!"
Yekî wiha pirsî: "Tu dizanî navê Salincak bi Kurdî çi ye?" Min jî got; "Li hin deveran hêlanek dibêjin." Camêr got: "Na, pîrka min hilkutik digot!" Xwedê bi rehma xwe bextewar ke, Apê Musa hat bîra min, min jî pirsî: "Ma pîrka te zimanzan e?"
Belê mînak pirr in, her kes gundê xwe wek navenda Kurdiya herî bilind dibîne. Zanyariya ziman, yan jî bi aliyê zimanzanan ve li ser konsensuseke standardîzekirinê lihevkirin bala ti kesî nakişîne. Li alîyê din ev Medya Dijîtal jî ji bo zimanê me roleke gelek nerênî dilîze. Her kesê ku piçek fêrî nivîsandina çend gotinên bi Kurdî dibe, xwe wek zimanzan, navenda hemû zanyariyên ziman dibîne, yekê ji vir yekê ji wir digire, dest û qelemê dirêjî her mijarê dike. Dixwaze her kes ji wî/ê re mamoste bibêje û şelpatekî dide nav.
Eger gorbihuşt Mîr Celadet Alî Bedirxan di vê dema me de bijiya, dê ti carî nekanîba ew xebata xwe ya ji bo me û zanyariya Zimanê Kurdî bûye bingeha herî xurt, temam bikira û bida pejirandin. Dê kesekî îlkokula (dibistana seretayî) tirkan xwendî jî li ser serê wî biba profesor, hemû hêza wî ya lêkolînerî û zanyarî bifetisanda.
Bê vê rastiya me li jor aniye ziman, mijara hevoksaziyê jî kêşeyeke gelek bi pirsgirêk e. Dema mirov li hevokên kurmancên Behdînan û Rojava dinêre, dibîne ku pirraniya hevokan li ser bingehê hevoksaziya erebî hatiye avakirin. Li gel wê her çendî ji ber nivîskarên nijadkurd (mînak Yaşar Kemal) Tirkî di bin karlêka hevoksaziya Kurdî de jî be, gelek caran Kurdên bakur jî li ser bingehe hevoksaziya Tirkî hevokan ava dikin. Ez behsa Rojhilat nakim, ji ber ku hevoksaziya Farsî û Kurdî ji ber ku ji yek malbatê ne, dişibin hev.
Bê şansiya Kurdî di vê dema Medya Dijîtal a bê kontrol de ketina nav ronesansa pêşketinê ye. Zimanên din ne wisa bûn. Di dema yekkirin û standardîzekirinê de Medya Dîjîtal tunebû. Tenê çend zimanzanên wan hebûn, wan jî li gorî zanîna xwe ya wê demê bingehê zimanekî standart danîn û zimanên wan li ser wê bingehê rûnişt. Niha her kes teqez wê forma standardîze bi kar tîne. Guhertina peyvekê jî bi biryara Wezareta Çand û Ziman pêk tê.
Di rastiyê de êdî di nava me de jî gelek kesên ku beşên zanyariya ziman xwendine hene. Divê ew dev ji pergala Tirkî yan jî Erebî berdin, li gor têgîştin û pergala zimanê Kurdî nêzîkê zanyariya ziman bibin. Li gel wê, divê ew jî êdî ji gundê xwe derkevin, tenê di ronahiya zanyariya ziman de berê xwe bidin xebatên zanistî. Bila hêzên desthilatdar jî wan di saziyeke neteweyî de bînin ba hev, fînanse bikin, da ku ew li ser bingehên zanistî ji bo zimanekî standartizekirî bixebitin. Bêguman divê hêz û saziyên desthilatdar wan biryaran teqez di qada jiyanê de bicihbînin.
balani51@gmxl.de
28.06.2017, Yenî Ozgur Polîtîka


