Diyarname
Herhal yekem car e kurdekî bi taybetî anketek li nav kurdên Stenbolê çêdibe û rewşa zimanê kurdî dipirse... Û ev anket niha bûye manşeta Kovara Zendê.
Kovara Zendê ku heta niha ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve hatibû derxistin niha hejmareke wê ya nû derket. Di hejmara 25'an a Zendê (Bihar 2017) di anketek balkêş bûye mijara sereke. Lêkolîner Suat Ozalp bi taybetî li ser anketê xebitiye, bi kurdên li Stenbolê re anket çêkiriye û rewşa zimanê kurdî li nav kurdên ku li Stenbolê dijîn derxistiya holê. Ozalp li 28 navçeyên Stenbolê bi 506 kesan anket çêkiriye û encamên vê anketê wekî gotarekê amade kiriye. Di gotarê de rewşa zimanê kurdî ya li nav kurdên ku li Stenbolê dijîn û helwesta wan a li hemberî kurdî tê dîtin.
Ji bilî vê anketek din jî di kovarê de cih girtiye ku ew jî li ser bajarên ku hatine rûxandin de ye. Arket ji aliyê Komeleya Koçberan ve wekî projeyeke bi piştgiriya Yekîtiya Ewropayê hatiye amadekiri û Bilal Yildiz ev yek wekî gotar pêşkêş kiriye.
Zendê ji bilî vê gelek gotarên akademîk ên der barê ziman, wêje û dîroka kurdî de weşandine.
Ali Aydin Çiçek ligel edîtorê Weşanên Vate Denîz Gunduz der barê zaravayê kirmanckî û xebatên xwe yên wêjeyî de hevpeyvînek bi kirmanckî kiriye.
Ji bilî van hinek lêkolîn jî hene. Şemoyê Memê mijara têkildarî çand û wêjeyê hildaye dest û bala xwendevanan dikişîne ser çîrok û çarenûsa hevpar a lehengên mîna Sîawûş, Zembilfiroş û Yûsif. Samî Tan di vê hejmarê de gotarek der barê Osman Sebrî de nivîsandiye, di vê gotarê de ew balê dikêşe ser nivîsên Osman Sebrî yên di Kovara Ronahî de û zimanê van nivîsan.
Zana Farqînî jî di gotara xwe de meseleya "Ji Lêkeran Çêkirina Hin Cureyên Bêjeyan” girtiye dest.
Ji bilî van Zend bi hin gotarên xwe yên din jî li benda xwendevanên xwe ye.
**
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.