Diyarname
Li 'Bakurê Sûriyeyê' de dewlet ava bike, Sûr dê çawa be, RTUK'ê der barê HDP'ê de çi biryar da... Vane ji nûçeyên îro sê nûçeyên ku derketine pêş.
1-
Erdogan: Em destûrê nadin li bakurê Sûriyeyê dewlet çêbibe
Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan ji bo beşdarî fitarê çû Rihayê. Erdogan li Akçakaliya Rihayê axivî û got: "Me destûr neda dewleta terorê emê nedin jî û çi hewce bike emê bikin. Niha li başûrê me li bakurê Sûriyeyê PYD, YGP ev di nav hewldaneke de ne. Ez ji Akçakaleyê bang dikim; li cem we kî dibe bila bibe, li pişt we kî dibe bila bibe bizanin dewleta Komara Tirkiyeyê ligel hêzên xwe yên çekar, bi hemû derfetên xwe dê destûrê nede li bakurê Sûriyeyê dewlet bê avakirin. Me ev yek ji Amerîkayê re got, em ji welatên din re jî dibêjin."
2-
'HDP ne hêjayî nûçeyê ye'!
Wekîlên Serokê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim û Filiz Kerestecioglu ji ber weşana TRT Haberê roja 31'ê gulanê serî li RTUK'ê dan. Di serîlêdanê de gotin ku weşana TRT Haber Zagona Bingehîn binpê dike. Hat gotin ku di navbera 18 avrêl û 30'ê gulana 2017'an de TRT Haberê Civîna Koman a li meclisê ya hemû partiyan weşandiye lê cih nedaye ya HDP'ê. Li ser vê yekê Daîreya Şopandiyê ya RTUK'ê raporek amade kir. Cîgerê Hevserokên HDP'ê Saruhan Uluç li ser raporê daxuyanî da. Li gor gotina Uluç di raporê de wisa hatiye gotin "Di daxuyaniyên partiyên siyasî de lê dinêrin ku hêjayî nûçeyê ye yan na û li gor wê daxuyaniyên partiyên siyasî diweşînin." Û di raporê de hatiye gotin ku TRT Haber ne mecbûr e hemû xebat û daxuyaniyên partiyên siyasî biweşîne û bi vê jî RTUK'ê îdîa kiriye ku TRT Haber rêgezên weşanê binpê nekiriye.
Uluç gotin ku ev nêzîkahiya RTUK'ê ji bo TRT'ê tê wateya erêkirina sansurê û got: "RTUK ku saziyeke Zagona Bingehîn e çavên xwe ji bo binpêkirina Zagona Bingehîn girtiye. Em vê helwesta RTUK'ê ku alîgirê desthilatdariyê ye, ji objektîfî û hiqûqê dûr e şermezar dikin."
3-
Ji bo cejna li Sûrê bang hat kirin
Platforma Ji bo Xirakirina Sûrê Na, Meclisa Dayikên Aştiyê û HDP'ya Amedê bang kir ku di rojên 2'yem û 3'yem de ligel gelê Sûrê di piştgiriyê de bin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku sedî 87'ê Sûrê baş bû lê sedî 42'ê wê xira kirine û dixwazin sedî 58'ê wê jî xira bikkin û li dijî vê bang kir. Berdevka Platforma Ji bo Xirakirina Sûrê Na Buşra Cîzrelîogullari wisa got: "Li hemberî vê zordariyê em bang li her kesî dikin du di roja 2'yemîn a Cejnê de herin cejna Sûriyan. Emê di cejnê de li Sûrê bin. Platforma me ji bo piştgirî û ji bo balê bikişîne ser vir li nav welat û derveyî welat biryara gelek çalakiyan daye. Berhevkirina îmzeyan, xebata dîplomatîk, têkoşîna hiqûqî, civînên agahdarkirinê, panel û xebatên komcivînan hin ji van in."