Cemil Oguz
Bênîqaş Kobanî mohra xwe li dîroka kurdan daye û dê hê bide jî. Û ev Kobaniya ku dibe mijara pirtûkan, fîlm û belgefîlman dê hê bibe jî. Niha belgefîlmekî din li ser Kobanî hat kişandin û hat nîşandayîn. Belgefîlmê bi navê "Gozyaşina Yer Yok" (Ji bo hêstiran cih nîn e) yekem car di çarçoveya Documentaristê de hat nîşandayîn.
Ne ji bo belgefîlm diçe lê bi xwe nikare û dikişîne
Derhêner Reyan Tuvî bi navê "Gozyaşiya Yer Yok" belgefîlmekî kişand. Derhêner Tuvî ku berê du belgefîlmên din kişandibûn û ji wan yekî (Ofsayt) li Antalyayê Xelata Juriyê girtibû niha bi belgefîlmekî nû li pêşberî belgefîlmhezan e; bi belgefîlmê li ser Kobanî...
Dema çeteyên DAIŞ'ê êrîşê Kobanî dikin ji gelek bajaran kurd diçin Pirsûsê, ser sînorê navbera Kobanî û Pirsûsê. Derhêner Reyan Tuvî jî ligel komek wekî alîkariyê diçe ser sînor gundê Mehserê. Armanc ne kişandina belgefîlm e û xwe bi xwe dibêje ku ez tiştekî nakişînim, lê dema diçe wir, hinek dimîne xwe ranagire û biryara kişandina belgefîlmî dide. Û dest bi kişandinê dike; dûre dema Kobanî rizgar dibe derbasî Kobanî jî dibe û li wir jî kişandina xwe didomîne. Pêvajoya kişandina belgefîlma wê "Gozyaşina Yer Yok" çêdibe.
'Ez giriyam, dayikê ez aş kirim'
Di dema ku li ser sînor dimîne rewşa ser sînor, kurdên li ser sînor zincîreyê çêdikin, berxwedana wir, dengê top û tifingan, koça mirovan, mirovên dixwazin vegerin ser axa xwe, rewşa zarokan gelek bandorê li wê dike. Ew dibêje: "Tiştê herî zor bihîstina mirina mirovan bû. Bifikirin hûn kişandinê dikin û hûn xebera bihîstina mirina mirovan dibihîsin. Rojek min xwe negirt ez giriyam, yek ji dayikên li wê derê hat ez hembêz kirim û aş kirim.
'Tiştek baş e beşek Kobanî dibe muze'
Dema Kobanî rizgar dibe ji bo kişandina beşa nav Kobanî derbasî wî alî dibe û 25 rojan li Kobanî jî dimîne. Derhêner Reyan Tuvi çavdêriya dawî ya li Kobanî jî bi van gotinan tîne ziman: "Dema em li wir bûn bi awayekî bi lez Kobanî ji nû ve dihat sazkirin; jixwe beşek jê kavil dihêlin, dê bikin muzê. Ev biryareke rast e jî."
Li gor Tuvi wê ne belgefîlmekî şer kişandiye û dibêje: "Ez kesek dij şer im, min nexwest belgefîlmê şer çêbikim, min kesên şer bandor li wan kiriye kişandin. Ev yek ji bo min çavdêrî bû, min çavdêrî kir."
Belgefîlmê "Goz Yaşina Yer Yok" heta niha li Tirkiyeyê nehat nîşandayîn, jixwe wisa diyar e nîşandayîna wê hinek zehmet e jî. Lê Rojên Belgefîlman a Stenbolê Documentarist (17-25'ê mehê) ku bê sansur berheman diweşîne deriyên xwe ji bo vî belgefîlmî jî vekir û roja 20'ê mehê belgefîlm hat nîşandayîn. Belgefîlm rastî eleqeyek mezin tê. Derhêner Tuvî û koma belgefîlm kişandine jî li salonê amade bûn.
Belgefîlmê bi zimanê kurdî û tirkî yê 84 deqîqeyî îsal li bajarê Nyona Swîsreyê beşdarî Festîvala Fîman a Visions du Reel bûbû û li wir Xelata Taybet a Juriyê girtibû.
KUNYE:
Nave: GOZYAŞINA YER YOK
Derhêner: Reyan Tuvi
Vesazkirin: Thomas Balkenhol
Deng: Sinan Kesgin
Sazkar:Reyan Tuvi
Sala Çêkirinê: 2017
Mawe: 84 deqe
Ziman: Kurdî, tirkî
**
Nûçeya eleqedar:
- Documentarist bû 10 salî, belgefîlmên kurdî jî hene
Ji bo daxistina bernameya Documentarîstê: