Cemil Oguz
Li Bakur û li Tirkiyeyê havîn hat dibistan ketin betlaneyê. Van du sê mehên havînê yên betlaneyê de her kes bi aliyek ve diçe... Hin bi xwe re pirtûkan jî dibin ji bo xwendinê; hin terkîdinya dibin telefonên xwe jî betal dikin. Lê bi ya me qet nebe di vê havînê de bikaribin bi xwe re çend pirtûkên bi kurdî jî bibin û bixwînin dê baş be. Li ser vê me xwest ji bo kesên diçin betlaneyê pêşniyaran bikin. Ji bo vê yekê me li dor 10 kesî ji her yekî pêşniyara sê pirtûkan kir.
Dema bersiv hatin hin nivîskaran tiştin jî gotine û paşê pêşniyarên xwe kirine. Mînak helbestvan û nivîskar Îrfan Amîda pêşniyara "Yên ku bixwazin bila ji helbestan bijarteyekê çêkin" kiriye û dûre ji bilî vê sê pirtûkên xwe pêşkêş kirine. Ferzan Şêr jî ligel pêşniyaran wisa gotiye: "Her kes nivîskarên ku ne ji herêma xwe ye bixwîne. Bakurî bila serê pêşîn nivîskarên Rojava û Başûr bixwînin, ên din jî bi vî rengî." Dilşêr Bêwar xwestiye navê 5 pirtûkan rêz bike, me dest neda. Dîsa rojnameger Ferîd Demîrel piştî pêşniyara sê pirtûkan gotiye divê pirtûkên Fatma Savci jî ber çav bêne girtin. Bi ser de jî Hikayeyên Kurmancî yên Wezîrê Nado "wekî bonus" (ev gotina wî ye) şandiye. Bîlal Ata Aktaş li ber "Çirûskek ji Berxwedana Kobanî" wekî nivîskar Helîm Yûsiv nivîsandiye û li ser gotina min ku "Ev ne pirtûka Helîm e" gotiye, "Ne ji ber ku pirtûk xwerû ya Helîm Yûsiv e, ji ber tiliyên şopa wî têde heye".
Lîsteyek gelek balkêş derket holê: Helîm Yûsiv, Mehmed Uzun, Bextiyar Elî, Emerîkê Serdar, Hesenê Metê, Abdulla Peşêw, Jan Dost û Erebê Şemo bi du pirtûkên xwe ketine nav lîsteyê. Ger em wekî Aktaş li meseleyê binêrin Helîm Yûsiv bi sê pirtûkan ketiye nav lîsteyê. Balkêş e "Siya Evînê" bû tekane pirtûk ku ji aliyê du kesan ve tê pêşniyar kirin. Ji pirtûkên klasîk jî yên nû jî pêşniyar hatine kirin.
Vane pêşniyarên ji bo pirtûkan û ew lîste:
Bilal Ata Aktaş:
1- Kobanî, Jan Dost
2- Çirûskek ji Berxwedana Kobanê, Helîm Yûsiv
3- Apê Min Cemşid Xan ku Hertim bê ew li Ber xwe Dibir, Bextiyar Elî
Dilawer Zeraq:
1- Birîn, Ehmedê Hepo
2- Dengê Dil, Emerîkê Serdar
3- Tosinê Ûşan, Wezîrê Eşo,
Dilşêr Bêwar:
1- Memê Alan, Roger Lescot
2- Evdalê Zeynikê, Ahmet Aras
3- Hewarî, Heciyê Cindî
4- Ji nû ve Gîtara bêtêl, Cîhan Roj
5- Şêhneya Dînan, M.Zahir Kayan
Enwer Yilmaz
1- Wexto Vîndîbîyaye, Newzat Valêrî
2- Çakêto Sipî, Mehmûd Nêşite
3- Ez Tirkî Nêzana, Nîhat Çirr
Ferîd Demîrel
1- Pirtûkên Bextiyar Elî û yên Ferhad Pîrbal
2- Şevnameya Şaîrekî Têhnî dîwana Abdulla Peşêw
3- Hêlange, Yapob Tilermenî
Ferzan Şêr:
1- Perik, Selîm Berekat
2- Gotinên Gunehkar, Hesenê Metê
3- Sobarto Helîm Yûsiv
Îrfan Amîda:
1- Mîrname, Jan Dost
2- Rojnivîska Spînoza, Şener Ozmen
3- Mestûre, Tosinê Reşît
Mahmut Ozçelîk:
1- Siya Evinê, Mehmet Uzun
2- Labîrenta Cinan, Hesenê Metê
3- Tirsa bê Diran, Helîm Yusiv
Mehmet Dîcle:
1- Bêbavî, Şêxo Filîk
2- Korerê, Ibrahim Ronîzêr
3- Zarokên Ber Çem, Ciwanmerd Kulek
Remezan Alan:
1- Qesra Balindeyên Xemgîn, Bextiyar Elî
2- Êdî Dereng Bû, Emerîkê Serdar
3- Şevnameya Şairekî Têhnî, Abdula PeşêwSîdar Jîr
1- Korerê, Brahîm Ronîzer
2- Dînozor, Elixan Loran
3- Siya Evînê, Mehmed Uzun
Şengul Ogur
1- Şivanê Kurmanca, Erebê Şemo
2- Kela Dimdimê, Erebê Şemo
3- Janî Gel, Îbrahîm Ehmed
Têbinî:
- Lijneya Şêwrê ya Diyarnameyê nexwest nivîskarên Diyarnameyê pêşniyaran bikin, xwestin bêalî be.
- Nivîskarên ku me ji wan pêşniyar xwestine ew bi xwe jî xwedî gelek pirtûkan in. Jixwe diyar e kes pirtûkên xwe pêşniyar nake lê em bibîr bixin û pêşniyar bikin ku xwendekar dikarin berê xwe bidin pirtûkên van nivîskaran jî.
- Navên nivîskaran li gor rêza alfabetîk hatine rêzkirin.