Diyarname
Midûriyeta Şûnwaran a Kantona Kobanî tabloyeke mozayîk ku vedigere serdema Roma pêşkêş kir.
Tablo li bajaroka Şiyûx Tehtanî ya girêdayî Kantona Kobanî hat dîtin û dîroka wê vedigere serdema Roma ya beriya 3 hezar salan.
Endamên Desteya Şûnwaran a Kantona Efrînê bi hevkariya Midûriyeta Şûnwaran a Kantona Kobanî tabloya mozayîkê ku dirêjiya wê 3 metre ye û ji rengên zer, reş û sor pêk têk, paqij dikin.
Derbarê vê yekê de Endamê Desteya Şûnwaran a Kantona Cizîrê Sîpan Ebdulxefûr axivî û da zanîn ku ev tablo mîtolojiya Girêk vedibêje û di serdema Roma de hatiye çêkirin.
Hevseroka Desteya Şûnwaran a Kantona Cizîrê di 5′ê gulanê de bi daxuyaniyekê dîtina tabloya mozayîkê ragihandibû û ji wê demê ve tablo tê paqişkirin.