Kayhan Karaca / Strasburg / DW
Tevgera Serokdewletê Fransayê Emmanuel Macron "Komara di Rewşa Meşê de" (LREM) di hilbijartina Fransayê ya ji bo mebûsan de bi ser ket û piraniya kursiyên mebûsan bi dest xist. Partiya Sosyalîst ku di hilbijartina berî vê de piranî di destê wê de bû ev piraniya xwe winda kir.
LREM û MoDem'ê 370 mebûs girtin
Li Fransayê ji 47 mîlyon û 500 hezar hilbijêrî tenê sedî 43 çûm cem sindoqê û deng dan. Di meclisê de yekem car e ew qas jin ji bo mebûsî têne hilbijartin. Ji 577 kursiyên li meclisê 219 jin ji bo mebûsî hatin hilbijartin.
LREM û şirîkê wê yê biçûk MoDem bi temamî 350 mebûs bi dest xistin. Ji van 320 yên LREM'ê ne. Sedî 50'yê mebûsên LREM'ê heta niha qet neketine nava siyasetê. Anketan radigihand ku dê LREM-MoDem di navbera 400-450 mebûsî de kursiyan bi dest bixin lê texmîna anketan rast derneket.
Mihafezekaran 136 mebûs derxistin
Îtîfaqa LR (Komarparêzên rasgirên mihafezekar) û UDI (Yekîtiya Serbixwe û Demokratan) 136 mebûs bi dest xist. Hinek mebûsên li nav LR'yê di warê reformanên lîberal ên aboriyê de hevkariya ligel LREM'ê diparêzin.
PS yekem car ew qas dadikeve
Partiya Sosyalîst (PS) ku di sala 2012'Yan de 300 mebûs bi dest xistibûn niha tenê 46 mebûs bi dest xistin. PS ji sala 1970'ê ku hatibû avakirin heta niha yekem car e ew qas hindik mebûsan derdixe. Serokê PS'ê Jean-Christophe Cambadelis berî benda encamên fermî bisekine îstîfa kir.
FI û Komunîst
FI (Fransaya Serî Natewîne) û PCF (Partiya Komunîstên Fransayê) ligel hev îtîfaq kiribûn û karîn 26 mebûsan bi dest bixin. Ji van 16 yên FI û 10 yên PCF'ê ne.
Le Pen nehat hilbijartin
Eniya Milî (FN) ku wekî rastgirên tund têne dîtin bi 8 mebûsan ket meclisê. Di nav mebûsên hatin hilbijartin de rêbera partiyê Marine Le Pen nîn e. Le Pen ku di heman demê de endama Parlemena Ewropayê ye yekemîn car nayê hilbijartin. Piştî encaman Le Penê pergala hilbijartinê rexne kir û got ku li gor rêjeya dengên temamê welat divê pergalek bê sazkirin.
Neteweperestên Korsîkayê jî ketin meclisê
Di dîroka Fransayê de yekem car neteweperestên Korsîkayê ketin meclisê. Neteweperestên Korsîkayê ji bo herêma Korsîka otomoniyek firehtir daxwaz dikin.
Ji bo senatoyê jî hilbijartin dê çêbe
Di 24'ê rezbera 2017'an de vê carê dê ji bo Senotayê (ev baska jorîn a panlemenê ye) hilbijartin çêbe û sedî 50'yê endamên Senatoyê dê biguherin.