Diyarname
Kûpaya Konfederasyonê ku ji aliyê FIFA'yê ve tê organîze kirin îsal li Rusyayê li dar dikeve û di maça pêşî de xwediyê malê Rusya û Zelandaya Nu hatin hemberî hev. Rusyayê bi 2-1 bi ser ket û 3 pûanên xwe girtin. Golên Rusyayê di deqîqeya 31'ê de Michael Boksall û di deqîqeya 69'an de Feder Smolov avêt. Serokdewletê Rusyayê Viladimir Putin jî maç temaşe kir.
Du kom, 8 tîm
Di 8'emîn Kûpaya Konfederasyonê de du kom hene. di KOMA A de tîmên Rusya, Zelandaya Nû, Portekîz û Meksika; di KOMA B de Şîlî, Avustralya, Almanya û Kamerun hene.
Tîm dê di nav koma xwe de bi hev re bilîzin. Her du tîmên yekemîn û duyemîn ji nav komê derê dê bi çeprastkî bibin reqîbên hev û nîv fînalê bilîzin. Ji nav nîv finalê jî du tîmên fînalîst dê derên û maça finalê roja 2'yê tîrmehê li Stada Saint Petersburgê dê bê lîstin. Di nav nîv fînalê de her du tîmên têk herin dê ji bo maça 3'yemînî bên hemberî hev.
Tîm çawa têne hilbijartin
Li gor rêgezê 2 tîm raste rast û 6 tîm bi vexwendinê beşdarî tûrnûvayê dibin. Ev 6 tîm jî kîjan tîm bûbe di tûrnûvayan de (CAF, CONMEBOL, UEFA, AFC, OFC, CONCACAF) bûbe şampiyon tê vexwendin. Serketiyê Kûpaya Cîhanê ya 2014'an Almanya û mazûvan Rusya raste rast beşdarî tûrnûvayê dibin. FIFA 4 salan carek berî Tûrnûvaya Kûpaya Cîhanê lidar bixe li wî welatî ji bo kêmasî hene yan na bibîne "Tûrnûvaya Kûpaya Konfederasyonê" li dar dixe. 2018'an de Rusya ji bo Tûrnûvaya Kûpaya Cîhanê mazûvanî dike û berî wê niha dora Tûrnûvaya Kûpaya Konfederasyonê ye.
Vane roja dê maç bê lîstin, saeta wê û tîmên reqîbên hev (Têbinî: Het ku maç bê lîstin encam li vir dê lê bê zêdekirin):
KOMA A:
Maçên 1'emîn:
- 17/06/17 18.00 Rusya 2 - 0 Zelandaya Nû
- 18/06/17 18:00 Portekiz 2 - 2 Meksîka
Maçên 2'yemîn:
21/06/17 18:00 Rusya 0-1 Portekîz
21/06/17 21:00 Meksika 2-1 Zelandaya Nû
Maçên 3'yemîn
24/06/17 18:00 Meksika v Rusya
24/06/17 18:00 Zelandaya Nû v Portekîz
KOMA B:
Maçên 1'emîn:
- 18/06/17 21:00 Kamerûn 0 - 2 Şîlî
- 19/06/17 18:00 Avustralya 2 - 3 Almanya
Maçên 2'emîn:
22/06/17 18:00 Kamerun 1-1 Avustralya
22/06/17 21:00 Almanya 1-1 Şîlî
Maçên 3'emîn:
25/06/17 18:00 Almanya v Kamerûn
25/06/17 18:00 Şîlî v Avustralya
Wekî notek: Li Tirkiyeyê TRT Spor maçên tûrnûvayê yekser (zindî) diweşîne...