Serxwebûn
YEKO ARDIL
Ji serxwebûn û azadiyê birûmetir tiþtek nîne. Ev gotina watedar, hêja û bilind a pêþengê tevgera rizgariya Vîetnamê Ho Þî Mîn e û piþtî liberxwedana gelê Vîetnamê wek dirûþmeke pîroz rêberiya gel û çînên bindest yên cîhanê jî kir.
Serxebûn, azadî, wekhevî û rizgarî ji destpêka dîrokê heta niha wek têgihên pîroz û efsûnî kelecanê didin mirovahiyê û nexasim ji bo bindestan armancên nebenabe ne.
Bi herhal ev rastî ji bo gel û kesên bindest ango dîl wek þîrê dayîkê helal û rewa ye.
Niha di rojeva Kurdan de Baþûr heye. Ev aliyê welêt jî ji serdema Komara Mahabadê ve li dijî dagirkeriya dewleta Iraqê þer dike. Her çiqas yên wek pêþeng derketîn tim di nav têkiliyên malbatî, eþîrtî û wek destikên dagirkeran tevgeriyabin jî gelê Kurd yê li Baþûr bedelên mezin dan û di encama bi sedhezaran þehîdî de têkoþîna azadiyê gihand heta astekê. Piþtî Þerê Kendavê û midaxeleya hêzên navneteweyî ya li ser Iraqê herêma Baþûrê Kurdistanê ket destê Kurdan. Em dibêjin Kurdan lê mixabin yên desthilat bi tenê çend eþîrên destik û hevkarên dijminan bûn. Gelê Kurd bi piranî nekarî beþdarî li wê pêvajoyê bike, yên serdest malên xwe zêde kirin, desthilata xwe zeximtir kirin û li ser gel pergaleke stemê ya ji demên berê jî dijwartir ava kirin. Di gelek waran de ji dagirkerên Ereb jî zalimtir tevgeriyan. Li þûna leþkerên Ereb yên dagirker leþkerên Tirk bi cih kirin. Daxwaz û gazinên gel bi çekan û êþkenceya polîsên Kurdîaxêv hate pêþwazîkirin. Gava qîma wan hat, gotin, parlamento heye, pîroz e, gava nexwestin kilît li deriyê parlamentoyê xistin. Bi ser cemawerên xwepêþandêr de gule reþandin, heta niha jî hesaba deriyê hatin û boçûnên Xabûrê bi ti awayî nehatiye eþkerekirin. Serdest di nav heyîneke bêsinor de lê gel jî mihtacê gepek nanî ye. Di ser de jî rêveberên Baþûr ku serkêþiya wê jî mala Barzaniyan dike li hemberê þoreþa Bakur û Rojava dijminahî kirin. Li pêþ çavên cîhanê ji bo ew tevger negihijîne armancên xwe bi kiryarên derî etîkî rabûn. Gava DAÎÞ êrîþ kir jî 12 hezar pþêmerge bê ku kêlîkî li piþt xwe binêrin lingên xwe li nav guhên xwe xistin û reviyan.
KDP di rewþeke nebaþ û aloz de ye. Hêza xwe ya girîng wenda kiriye, niha wek parçeyek ji partiya AKP ê kar dike. Felsefe û kiryarên wê dubare dike, li hemberî her cure heqaret û çewsandinan jî serê xwe nizm dike.
Ev referanduma ku navê serxwebûnê lê kirine jî lîstikeke hewldana rizgariya ji aloziya hundirîn e. Yên piçek dêhna xwe dabine destûra bingehîn a Iraqê baþ dizanin ku ew destûr ji aliyê teorîk ve destûreke pir berfireh a cîhanê ye. Eger baþ bête bikaranîn ji bo Kurdan gelek destkeft û nîmet hene. Li aliyê din di destûrê de mafê veqetîn û serxwebûnê jî destnîþan kirine. Lê ev jî divê bi lihevkirina parlamentoya Iraqê, aliyên din yên pêkhate û wisa jî bi erêkirina neteweyên yekbûyî ve pêkwere.
Vê gavê yek ji wan mercan jî nîne û referandûma behsê tê kirin jî nayê wateya gihiþtina welatekî serbixwe. Referandum wê li Kurdistanê çêbe, ji xwe gelê Kurd ji pirseke wisa re nabêje, na.
Hêzên derdor jî xwedî bandor in. Eger te hêz hebe, aborî, siyasî, dîplomatîk û leþkerî û civakî tu bikarî li ser lingan bisekinî û li ber xwe bidî, helbet tu dikarî li gel tevahiya mercên dijber jî serxwebûnê îlan bikî. Lê baþ tê zanîn ku bêyî Erdogan û AKP’ê ne pêkan e mehekê jî debara xwe bikin. Di mercên ku hêkan jî ji welatê dagirker tê standin de behsa serxwebûnê bi tenê lîstikeke navxweyî û hinde jî demogojî ye.
Ha, em bêjin ev tevde vala derketin û ew dewlet hat avakirin, wê çi xêr û xweþî tê de hebe? Gelo wê ji bilî çend zalim û serdestan pê ve kî ji wê pergalê îstifade bike?
13.06.2017, Yenî Ozgur Polîtîka