Diyarname
Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan îro di civîna koma partiya xwe de axivî û li ser referandûma başûrê Kurdistênê ku biryar girtine jî tiştin gotin. Vane gotinên Erdogan ên li ser vê meseleyê:
"Li herêma me li hemberî rêxistinên terorê û li hemberî hêzên ku wan bikar tînin pêdiviya me bi yekîtî û piştgiriyê heye. Bi taybetî li Iraqê, biryara ku Rêveberiya Herêmi ya Bakurê Iraqê girtiye em pê gelek xemgîn bûn. Ketina nav lêgerîna reformek wisa, serbixwebûna Bakurê Iraqê ji bo yekbûna Iraqê tehdîd e û gavek şaş e. Me hêvî dikir ku ev bi rêya nîqaşê bihata kirin. Ji ber ku li vê herêmê Rêveberiya HerêMî ya Bakurê Iraqê ne bi tenê ye. Ligel Rêveberiya Herêma Bakurê Iraqê li Misûlê ereb, li Kerkûkê tirken dijîn. Ev hemû bi hev re dijîn. Me piştgirî da gavên di nav aştiyê de hatin avêtin û me her yekbûna Iraqê parast û emê vê parastinê bidomînin jî."