HEMED MUSTEFA- EHMED SEMÎR / QAMIŞLO
Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Cizîrê Semîre Hec Alî anî ziman ku biryara qedexekirina dewreyên perwerde yên taybet li hemberî bazirganiya li ser xwendinê tedbîreke û divê sîstema perwerde ya dibistanan bibe wesîleya pêşxistina şagirtan.
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Cizîrê, di 1'ê pûşperê de, di encama nîqaşa bi Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk re, gihîşte biryara ku dewreyên perwerde yên taybet li Kantona Cizîrê werin qedexekirin.
Têkildarî mijarê, Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê Semîre Hec Alî, ji bo ANHA'yê axivî û got: ʺMamosteyan bi riya dewreyên taybet li ser xwendinê bazirganî dikirin û ev biryar li hemberî vê yekê hate girtin. Divê hemû mamoste erka xwe ya perwerde û fêrkirinê baş pêk bînin. Divê şagirtan baş perwerde bikin û dibistanê paşguh nekin. Mamoste erka ku ji wan dihat xwestin pêk nedanîn û şagirt neçar dikirin ku dewreyên taybet vekin. Mamoste ev pêdiviya şagirtan a xwendinê ji bo berjewendiyên xwe yên madî bi kar dianîn û bi buhabûneke giran dewreyên taybet ji şagirtan re vedikirin.ʺ
Semîre Hec Alî di berdewamiya gotinên xwe de anî ziman ku bi bihabûneke giran dewreyên taybet vekirin, bandoreke neyînî li ser şagirt û civakê dikir û got:ʺDivê her mamoste li gorî rêgez û pêdiviyên xwendinê tevbigereʺ.
Her wiha di civakê de divê mamoste çawa were naskirin Semîre Hec Alî wiha got:ʺDivê mamostetî ne weke bazirgan li gel şagirt û civakê were naskirin. Ev dewreyên taybet bûn sedema nêrandineke wisa li mamosteyan were nêrînʺ.
Semîre Hec Alî bi van hevokan ve girêdayî got:ʺ Ev rewş li ser şagirt û gelê me xeterî yeʺ.
Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirine ya kantona Cizîrê Semîre Hec Alî wiha dawî li gotinên xwe anî:ʺ Ji bo xwendin bibe wesîleya pêşxistina şagirtan, divê dawî li hemû rê û rêbaz û nêzîkatiyên sîstema perwerde ya dibistanan vala derdixîne, wereʺ.
Biryara desteyê ya qedexekirina dewreyên perwerde yên taybet, ji roja 1`ê hezîranê ketiye meriyetê.
ANHA