Diyarname
Yek ji rojnameyên mezin ê Spanyayê "El Pais" îdîa kir ku ger hikumeta Spanyayê destûra referandûmê nede Katalan dê serxwebûna xwe ragihînin.
Rojname dibêje ku hikumeta Katalonyayê amadehiyên hiqûqî yên veqetîna ji Spanyayê amade kirin. Tê gotin ku zagona ku hatiye amadekirin heta niha veşartine, li gor vê di nav du mehan de dê li ser "Zagona Katalonya" ku ji bo sazkirina "Komara Parlementer a Katalonyayê" pêşengî bike bixebitin. Rojname dibêje ger hikumeta navendî (ji bo hikumeta Spanyayê dibêje) ger destûra sazkirina referandûmê nede dê vê belgeyê bixin jiyanê û Katalonya ya dawiya meha rezberê yan sêrê meha kewçêrê rewşa serxwebûnê bixe jiyanê.
Parlemena Katalonyayê di dawiya 2016'an de nexşerêya ber bi serxwebûnê ve ragihandibû, li gor vê diyar kiribû ku di sala 2017'an de pêşî ew dê referandûmê li dar bixin. Dadgeha Zagona Bingehîn a Spanyayê di meha reşemî ya 2017'an de biryara sazkirina referandûmê ya Katalonyayê betal kiribû, rêveberiya herêmî ya Katalonyayê jî gotibû ku ew vê biryara dadgehê qebûl nakin û ewê referandûmê çêbikin.
Di sala 2015'an de jî Dadgeha Bingehîn a Spanyayê pêvajoya veqetîna Katalonyayê ya ji Spanyayê betal kiribû. Li ser vê Katalonyayê di rezbera 2015'an de ji dêvla referandûma serxwebûnê, dengdanek nû ya gel lidar xistibûn, gelê katalan gelek eleqe nîşan dabû û sedî 80'ê ji bo veqetîna ji Spanyayê û serxwebûna Katalonyayê deng dabû.