Diyarname
Îro serê sibê cenazeyê Serokê Giştî yê Tevgera Goran Newşîrvan Mistefa ji mizgefta Mezin ya Silêmaniyê girtin û bi girseyî birin Girdî Zergete. Di merasîma veşartinê de bi hezaran kes amade bûn.
Ji bilî endam û aligirên Tevgera Goran, gelek kesayet û nûnerên partiyên siyasî amede bûn. Di merasîmê de Berdevkê Tevgera Goran Şoreş Hacî peyamek pêşkêş kir û got: “Newşîrwan Mistefa 56 sal temenê xwe ji bo kurd û Kurdistanê veqetand. Yek ji rêberê herî diyar yê xebata rizgarî ya welat bû. Mîmarê raperînê bû. Nexşeya raperînek mezin amade kir û pêşkêşî eniya Kurdistanê kir. Rêbertiya raperînê jî dikir.”
Şoreş da diyar kirin ku di li hevkirina navbera pêkhateyan de û dana pêkanîna mafê gelê kurd li Bexda de xwedî rolek girîng bûye.
Şoreş Hacî axaftina xwe wiha domand: “Newşîrwan kesayetek rewşenbîr bû û xwedî gelek pirtûkan bû. Wefata wî windahiyeke mezin e ji bo gelê me. Ji ber ku Newşîrwan Mistefa ne tenê yê Goran bûye, di heman demê de yê gelekî ye.”
Di dawiyê de jî Şoreş Hacî soza şopandina rêya wî da û axaftina xwe bi dawî kir.
Piştre Berdevkê YNK’ê Hakim Qadir Hemecan jî axaftinek kir û got: “Gelê me di xemek mezin de ye. Me pêşeng û rêberek xwe ji dest da. Ew bira û dostê Mam Celal bû. Di pêkanîna edaleta civakî de xwedî rol bû."
Di dawî de Hakim Qadir anî ziman ku ew li ser gora Newşîrwan hewla bi cih anîna xewna wî didin ku lihevkirina di navbera wan de heya yekgirtina YNK’ê û Goran were bicih anîn.
***
Hin nûçeyên eleqedar:
- Hin gotinên Newşîrvan Mistefa
- Serokê Tevgera Goran Mistefa wefat kir
- Hemû partî li aliyekî, PDK li aliyekî…
- Mistefa ji ENKS`ê xwest piştgiriya destkeftiyên Rojava bike
- Nêşîrwan Mistefa Rêveberiyên Rojava silav kir
-