Diyarname
Ji bo bîranîna rojnameger û televîzyonkar Mehmet Alî Bîrand komeleyeke bi navê "Mehmet Ali Birand Gazetecilik ve Demokrasî Dernegî" (Komeleya Demokrasî û Rojnamegerî ya Mehmet Alî Bîrang) hate vekirin.
Komeleya ku serokatiya wî kurê Bîrang Umur Alî Bîrang dike ji bo piştgiriya rojnamegeriya serbixwe bike hate avakirin. Komele dike ku rojnamegerên ciwan bigihîne û jibo ew di nav çapemeniyê de cih bigirin piştgiriya wan bike. Di nav rêveberiya komeleyê de Cemre Birand, Caterina Elisabetta Birand, Ali Karacan, Omer Karacan, Hilmi Hacaloğlu û Cem Fakir hene.
Di nav xebatên komeleyê de ragihandina ji bo pêşerojê ya arşîva bernameya Mehmet Alî Bîrang "32.Gun" û berhemên Bîrand; xebatên ji bo semînerên perwerdehiyê, çapkirina pirtûkan û pêşxistina projeyên belgefîlman hene.
Komele ji bo li Tirkiyeyê demokrasî pêş bikeve, rojnamegeriya serbixwe xurt bibe dê çalakî û xebatên perwerdehiyê li dar bixin.
Yên bixwazin dikarin ji ser vê malperê re hay ji xebatên komeleyê hebin:
www.mehmetalibirand.com.tr