Diyarname
Piştî ku rayeradên Tirkiyeyê destûr nedan cenazeya hunermend Aramê Dîkran bînin Amedê, malbata wî biryar da ku cenazeya wî bibin paytexta Belçîka Brukselê.
Hunermendê navdar Aramê Dîkran 8'ê mehê li Atînaya Yewnanistanê jiyana xwe ji dest da. Dîkran wesiyet kiribû ku ew li Amedê bê binaxkirin. Şaredar, mebûs û rayedarên DTP'ê ketin nav hewldanê ku wesiyeta Dîkran bînin cih û cenazeya wî bînin Amedê, lê rayedarên Tirkiyeyê destûr nedan ku cenazeya wî bînin Amedê. Li ser vê yekê malbata wî biryar da ku cenazeya wî bibin Brukselê û li wê derê binax bikin.
Cenazeya Dîkran roja pêncşemê (13 gelawêj) ji Atînayê dê bibin Brukselê û li wê derê bi merasimekê defin bikin.
Nûçe û nivîsên eleqedar:
- Dengê cumbuşa wî di mejiyê me de bihar çandiye
- 'Ew wekî endamê me yê rûmetê bû'
- Aram Tîgran: Hatina Amedê ji bo min xewn e (HEVPEYVÎN)
- Şivan Perwer: Navê te dê herdem li gel me bijî
- Stranên Aramê Dîkran li Lice hatin gotin
- (Deqeya dawî) Hunermend Aramê Dîkran wefat kir
- Hunermend Aramê Dîkran li sekeratê ye
- Strana Aramê Dîkran a ji konsera Amedê