Diyarname
Li Rojava her ku diçe çalakiyên çand û hunerî zêdetir dibin. Niha jî çalakiyek girîng bi hevkariya HRRK'yê li dar dikeve. Çalakî hem li Kobanî hem li Qamişlo li du cihan li dar dikevin.
Desteya Çand û Huner ya Kordinasyona Giştî ya Rojava bi alîkarîya Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) çalakiyek bi navê "Hevdîtina Rojava ya hunera şêwekariyê" bi diruşma "Huner di nav gelan de piran ava dike" li dar dixe. Çalakî di navbera 12-28'ê gulanê de li dar dikeve û têde sempozyûm, semîner û pêşangeha wêneyan heye.
Li gor bernameyê sempozyûm di navbera 12 – 16'ê gulanê de, li salona Newroz a li Kobanî wê li dar bikeve û saeta destêpê jî 11 ye.
Semîner ku di navbera 18 – 20'ê gulanê de wê li Qamişlo li dar bikeve, saeta destpêka wê 15:00'an. Çalakî li Salona Zanîngeha Rojava ya li Qamişlo çêbibe..
Vekirina pêşangehê jî rastî Roja Şehîdan, roja 18'ê gulanê anîne. Li Hola Zanîngeha Rojava ya li Qamişlo saet 11'an de dê bi awayekî fermî li dar bikeve. Pêşangeha ji 18'ê mehê heta 28'ê mehê her roja saet di navbera 9'ê sibê heta 17'yê êvarê dê vekirî be. Gelek şêwekar bi berhemên xwe di nav çalakiyê de cih digirin.