Diyarname
Festîvala Fîlman a Cannesê îsal di navbera 17-24'ê gulanê de li dar dikeve. Fîlmê "Yol" (Rê) ku senaryoya wê Yilmaz Guney nivîsîbû û derhêner Şerif Goren bi rê ve biribû dê li Cannesê carek din bê nîşandayîn.
Serlîstikvaniya "Rê" Tarik Akan, Şerif Sezer û Halil Ergun kiribûn. Fîlmê ku di sala 1982'yan de li Cannesê bi ser ketibû û xelata Palmiyeya Zêrîn girtibû piştî 35 salan carek din di festîvalê de tê nîşandayîn.
"Rê" di bin beşa "Klasîkên Cannesê" de bê nîşandayîn. Her wiha fîlmê derhêner Michelangelo Antonioni "Blow-up", fîlmê derhêner Andrzej Wajda "Man of Iron", fîlmê derhêner Rene Clemend "La Bataille du Rail" jî di vê çarçoveyê de dê bêne nîşandayîn.