Diyarname
Belgefîlmê li ser Amed Sporê hatiye çêkirin ê bi navê "Yeşil Kirmizi" (Kesk û Sor) li Amedê bi beşdariya lîstikvanên Amed Sporê tê nîşandayîn.
Belgefîlm di Çarçoveya Festîvala Fîlman a Stenbolê de yekemîn car derketibû pêşberî temaşevanan. Li Amedê jî yekemîn car tê nîşandayîn û hat gotin ku ev takene nîşandayîn e. Belgefîlm roja 26'ê mehê (çarşemê) saet 18.00'an de li Ceylan AVM Cinemaximumê dê bê nîşandayîn.