Diyarname
Gernameya vîdeoyî ya bi navê "Erda ku ol jê xuliqîn - Israîl û Filistîn" weşiya. Gernameya vîdeoyî li ser Youtube hat belav kirin û di warê xwe de ceribandineke guhertî ye.
Nivîskarê me Zekî Ozmen ku meha derbasbûyî çû Îsraîl û Filistînê gera xwe bi Iphonê tomar kir û bi vê xebata xwe kesên li gernameyê temaşe bikin kir şirîkê serdana xwe. Di gernameyê de bajar, cihên dîrokî û jiyana rojane hene. Ozmen derbarê vê xebata xwe de diyar kir ku wî tu amadekarî ji bo vê yekê nekiribû û cihên bala wî kişandin wî digel hevalên xwe bi Iphonê bi awayekî spontane tomar kir û piştre jî dema vegeriya dest bi montaja wan dîmenan kir. Ozmen wisa dibêje: "Min ji berê ve îsraîl meraq dikir. Jixwe em bi nûçeyên derbarê Îsraîl û Filistînê de mezin bûne. Ez digel hevalên xwe Agit Boztemur û Bariş Jiyan Şahîn hefteyekî bi giranî li Îsraîl û li hinek deverên Filistînê geriyam. Me got gelek kes meraqa vir dikin. Em cihên bibînin bi Iponê tomar bikin û kesên meraqa vê derê dikin jî bikin hevparên gera xwe.”
Derbarê tomarkirina dîmenan de jî Ozmen ev agahdarî dan: "Me tu plan û amadekarî nekiribûn. Me nexwest gera xwe bi lêkolînên kûr ên ji bo belgefîlmekî jî xerc bikin. Kalîteya Iphonê ya dîmengirtinê ne xerab e. Me hemû dîmen bi Iphone 6s girtin. Ji bo deng jî her çiqas carcaran me berguhka Iphonê wekî mîkrofon bi kar anî jî, lê giranî me bi dengê xwezayî yê telefonê deng tomar kir. Bi vî awayî hem me gera xwe kir û hem jî me pê re wekî hobby dîmen kişandin.”
Derbarê naveroka gernameya xwe ya vîdeoyî de nivîskarê Diyarnamê Zekî Ozmen destnîşan kir ku armanca wan bi tomarkirina dîmenan tiştên tenê dixwestin bibînin tomar bikin: “Em ne bi armanca lêkolînên kûr çûbûn. Me dixwast em seyahetekî bikin û wan deran bibînin. Gereke gelek xweş bû. Me Îsraîl ji nêzîk ve nas kir. Me Filistîn dît. Gelek pêşhukmî û jiberiyên me bi dîtinê rûxiyan. Jixwe di germameya me ya vîdeoyî de jî tê dîtin ku gelek tişt ne wekî jiberiyên me ne.”
Ozmen pêşniyar dike ku kesê derfetên wî hebin biçin hem Îsraîl û hem jî Filistînê bibînin û dibêje: “Em siyasetê û nakokiyên heyî deynin aliyekî; eger derfetên mirov hebin, divê mirov here û wê axê bibîne. Mirov hem li Îsraîl û hem jî li Filistînê gelekî germ in û vekirîne. Bi taybetî di warê olan de ew der mak e. Kaniya xuliqandina olan e. Jixwe kesên gernameya me ya videoyî temaşe bike dê vê yekê bi hesanî bibîne.”
Hêjayî gotinê ye ku ev gernameya vîdeoyî bi dimen û zimanekî sivik hatiye xemilandin. Bêyî pêwistiya konsentrasyoneke mezin, mirov dibe şirîkê gera nivîskarê me Ozmen û hevalên wî Agit Boztemur û Bariş Jiyan Şahîn.
Gernameya vîdeoyî “Erda ku ol jê xuliqîn - Israîl û Filistîn“ dikare li ser vê navnîşanê were temaşekirin: https://youtu.be/cQdKydCAVTA