Diyarname
Pirtûka helbestan a herî biçûk ku firehiya wê 6, bilindiya wê 8 mîlîmetre, giraniya wê 0.23 gram e û bi vê yekê ketiye nav Pirtûka Rekoran a Guinessê niha li Fûara Pirtûkan a Îzmîrê tê pêşkêşkirin.
Helbesstvan û nivîskarê ji Îzmîrê, Serokê Yekîtiya Hunermendên Aktîvîstên Cîhanê Umît Yaşar Işikhan rekora "pirtûka helbestan a herî biçûk a dinyayê" ku di destê wî de bû carek din nû kir. Pirtûk niha firehiya wê 6, bilindiya wê 8 mîlîmetre, giraniya wê 0.23 gram e.
Işikhan di sala 1987'an de dema kovar çap dikir ji ber zema li ser kaxiz protesto bike pirtûkek biçûk dîzayn kir. Wî paşê pirtûka xwe ya helbestan "Aşktan Sonra Huzun" (Piştî eşkê xemgînî) her sal biçûktir kir. Di Muzeya Pirtûkên Mînyatur a li Bakuya Azerbaycanê li dar ket de wî rekor şikand. Firehiya wê 1.5, bilindiya wê 2.5 santîm bû û giraniya wê 0.63 gram bû. Niha ev pirtûk biçûktir kir.
Bi vê ebata nû ya pirtûkê biçûcik ew li 22'yemîn Fûara Pirtûkan a Îzmîrê ye û kesên tên pirtûkê dibînin gelek ecêb dimînin
Işikhan ku ji serdana mêvanan kêfxweş e wisa dibêje: "Ji bo protestoyek cuda ez ketibûm ser vê reyê. Heta vê aste ez hatim. Êdî ji vê biçûktir ne mimkûn e. Bê çêkirin jî nayê xwendin. Tiştê muhîm biçûk be û bê xwendin. Sala pêşiya me ezê rekorek din biceribînim. Vê carê ezê pirtûka mezin a di asta xwendinê de saz bikim. Lê ez naxwazim zêde kîteyan niha vebêjim."