Diyarname
Arkeologan li bajarê Samen ê girêdayî Hemedanê bajarek li bin erd ê dîroka wî digihîje 2 hezar salî derxist holê.
Li gor nûçeya di Arkeofili Midûrê Mîrateya Çandê yê Bajêr ê Îranê Elî Xaksar wisa gotiye: "Li 400 kîlometre rojavayê Tehranê Bajarê Binerd ê Samen ku di bin bajarê medorn ê Samen de ye bajarek kevnare hat dîtin. Rayedar dibêjin ev bajar dîroka wê nêzî du hezar sal e. Bajarê binerdê piştî têkçûna Împaratoriya Ahameniş (Berî mîladê 550-330), di serdema pêşî ya Împaratoriya Part de (Piştî Mîladê 247 - Berî Mîladê 224) hatiye avakirin. Li vir di sala 2005'an de kolandinên arkeolojîk dest pê kiribûn û heta îro jî didomin.
Bajarê binerd ji 25 odeyan ku ji xanî û gorên binerd pêk tê û tunelên van bi hev ve girê didin hene. Di 9 odeyên di bajarê binerd de hene bi giştî 60 îskelet (16 yê mêr, 26 yê jinan, 14 yê zarokan û yek jî yê pitikê ye, 3 jê hê nayê zanîn) hene.
Tê texmînkirin ku bajarê veşarî ji 3 hektaran pêk tê.