Diyarname
Festîvala Fîlmên Karkeran a Navneteweyî îsal 12'emin car deriyên xwe vedike. Festîval li Amed, Stenbol, Enqere û Îzmîrê di heman demê de li dar dikeve. Piştî van bajaran dê di nava salê de festîval here bajarên din.
Festîval îsal di navbera 1-7'ê gulanê de bi diruşma "dilpolayî" li dar dikeve, ji 15 welatan 61 fîlmî nîşan dide. Roja 2'yê mehê saet 19.30 de bi pêşkêşiya lîstikvan Onur Saylak dê merasima vekirina festîvalê li dar bikeve. Di şevê de fîlmê "Kîbar Feyzo" dê bê nîşandayîn û lîstikvan Mujde Ar wekî mêvana taybet a şevê dê di şevê de amade be.
Festîval ji aliyê Sîne-Sen (DîSK), Dev Saglik-İş (DÎSK), Tez Koop-İş (TURK-İŞ), Tek Gida-İş (TURK-İŞ), Ses (KESK), Turk Tabipleri Birligi, Halkevleri, ÇEVBİR, CAPULTV û Sendika.Org ve tê organîzekirin.
Festîvala armanca wê ew e ku ji her çar aliyên dinyayê jiyan û têkoşîna kedkaran ragihîne temaşevanan, dike ku li Tirkiyeyê jî rê li ber hilberîna fîlmên karkeran veke. Fîlmên di festîvalê de bê pere têne nîşandayîn.
Fîlmên ji Tirkiyeyê
Hin fîlmên metrajdirêj ên ji Tirkiyeyê ku ketin vîzyonê lê bi têra xwe nehatin nîşandayîn wekî "Babamin Kanatlari", "Ana Yurdu", "Tereddut", "Ruzgarda Salinan Nilufer" di nav bernameyê de ne.
Gelek belgefîlmên
Belgefîlmên "Têkoşîna Sînemaya Emekê", "Tu bi xêr hatî Lenîn", "Kara Atlas", "Uçyuzbir" , "Borklucee", "Çinara Spî", "Halkin sanatçisi, haltin savaşçisi Yilmaz Guney", "Îz", "Tahir Elçî" jî di nav de gelek belgefîlm têne nîşandayîn.
Ji fîlmên dinyayê fîlmê derhênerê navdar Ken Loach ê nû "Ez Daniel Blake" jî di nav bernameyê de ye.
Ji bo agahiyên berfirehtir: