Diyarname
Kovara lêkolînên akademîk a bihakem û navnetewî Nûbihar Akademî bi jimara xwe ya şeşem derket. Bi vê hejmarê kovarê sê sal li dû xwe hişt. Kovar di vê hejmarê de jî gotar, werger û dokumentên zanistî ên der bareyê kurdolojiyê de e pêşkêşî lêkolîneran dike û bi xwendevanên xwe re nêrîn û agahiyên balkêş parve dike.
Di vê hejmarê de pênc gotarên akademîk, wergerek û dokumantek cih digirin ku ew bi kurdiya kurmancî û bi zimanê îngilîzî der heqê edebiyata kurdî ya klasîk û ya modern û rojnamegeriya kurdî de hatine nivîsîn.
Vane nivîsên di kovarê de cih girtine:
Remezan Çeçen: “Di nav Modernîzasyonên Der-Ewrûpî de Tecrûbeya Kurdan”
Seîd Veroj: “Rojnamevanek Siyasetmedar-Rojnameyeke Muxalif: Mewlanazade Rifat û Rojnameya Serbestî”
M. Zahir Ertekin: “Mela Ebdulfettahê Hezroyî û Qesîdetu’l-Qelama Wî”
Selim Temo Ergul: “Erdelanî Di Çavkaniyên Bakûrî de”
Mustafa Dehqan: “A Kurdish Poem by Sayyid Ya‘qūb Māydashtī”
D. N. MacKenzie: “Melayê Cizîrî û Feqî Teyran” (wergera ji îngilizî: Abdullah İncekan)
Yekem Kovara Zarokan a Kurdî “Girr û Gallî Mindallanî Kurd” (Dokument: Kenan Subaşı)