Diyarname
Li Vodafone Arenaya Beşîktaşê maçek gelek serketî li dar ket di navbera Beşîktaş û O. Lyon de. Maça yekemîn li Fransayê bi 2-1 bi serketina Lyonê bi dawî bûbû. Ji bo rovanşê temaşevanên Beşîktaşê stad tije kiribû û li benda maçê bûn.
Her du tîmên di asta hev de gav bi gav hev dişopand, zor li kelehên hev dikirin lê heta deqîqeya 27'an wekhevî xira nebû. Vê kêliyê Anderson Talisca li derveyî pêşiya qada kelehe gog girt, vegeriya, lêda û bû 1-0.
Lyonê di deqîqeya 34'an de bi Lacazette bersiv da û nîveka yekemîn bi 1-1'ê bi dawî bû.
Di nîveka duyemîn deqîqeya 58'an de careke din Talisca derket ser dika fûtbolê û bi serê xwe gelek xweş lêda: 2-1.
Maç bi vê encamê bi dawî bû, ji ber maça yekemîn jî bi heman awayî bi dawî bûbû, maç derbasî dema zêdek bû. Di 30 deqîqeyên dema zêdek de wekhevî xira nebû û serketî bi penaltiyan dê diyar biba.
Pêşî Beşîktaşê penalti avêt. Babel gog danî ser xala sor û gol avê. Lyonê bi Nabil Fekir bersiv da. Paşê ji Beşîktaşê Cenk, Atiba, Tolgay, Talisca, ji Lyonê Tolisso, Ghezzal, Rybus û Valbuena gol avêtin. Di 5 penaltiyên pêşî de wekhevî xira nebû, êdî kî nekariba penaltî veguharta golê dê têk biçûya. Ji Beşîktaşê Necip hat kir gol, ji Lyonê Diakhaby bersiv da. Ji Beşîktaşê vê carê Tosic gog girt lê nekarî golê biavêje, qeleparêzê Lyonê Lopes pêşî li gogê girt. Dûre ji Lyonê Jallet hat, wî gog avêt derve. Ji Beşîktaşê vê carê Mitrovic hat wî jî nekarî golê biavêje. Û ji Lyonê Gonalons gog danî ser xala spî û gol! Di dawiya 8 penaltiyan de Lyonê Beşîktaş li mal hişt û ew derbasî nîv fînalê bû.
Nîv fînalîstên din
Ji bilî vê maçê sê maçên din jî hebûn. Di maça Genk û Celta Vigo ku maça yekem bi 3-2 bi ser ketibû de maç bi 1-1 bi dawî bû bi vê encamê tîma Spanyayê Celta Vigo bi ser ket.
Li Old Trafforg a Îngilistanê de Manchester United (MU) û Anderlecth hatin hemberî hev. Maça yekem bi 1-1'ê bi dawî bûbû, di vê maçê de MU bi 2-1 bi ser ket.
Di maça din de jî Ajaks û Shalke 04 hatin hemberî hev. Di maça yekemîn de tîma Hollanda Ajaks bi 2-0 bi ser ketibû. Di vê maçê de Shalke 04 bi 2-0 bi ser ket û maç derbasî dema zêdek bû. Di dema zêdek de Ajaksê 2 gol avêtin, di dawiyê de bi 3-2 têk çû lê bi ajantaja maça yekemîn derbasî nîv fînalê bû.
Ji bo nîv fînalê dê roja 21'ê mehê li Nyonê pişke bê kişandin û reqîb diyar bibin.