Diyarname
Lîstikvan, derhêner û nivîskar Charlie Chaplin bi navê xwe yê din "Şarlo" di sala 1977'an de wefat kiribû. Roja 18'ê mehê di 128'emîn salvegera rojbûna Şarlo de li Lozanê 662 kes hatin ba hev, wekî Şarlo xwe xemilandin û bi vî awayî ew bibîr anîn.
Zarok, mezin, jin, mêr, wan 662 kesan kinc, şewqe, pêlav û gopala wekî ya Şarlo amade kirin, xwe kirin wekî wî û ew bibîr anîn.
Charlie Chaplin 25 salên xwe yên dawî li Lozana Swîsreyê derbas kiribû. Ev 662 kesî bi vî awayî hem ew bibîr anîn hem jî bi pênasa "Civaka herî mezin a ku wekî Şarlo kinc li xwe kirine" rekora dinyayê şikand.
Ji bo fotoyan:
- GALERÎ: 662 Charlie Chaplin li Lozanê kom bûn!