Analîz: Zekî Ozmen
Di referandûmê de kemalîst têk çûn. Ewropayê winda kir. Tenê du serkeftiyên referandûmê hene; Erdogan û kurd.
Serkeftina Erdogan ji ber vê egerê ne tenê serkeftineke navxweyî ye. Her wiha serkeftineke li dijî Ewropa ya ku di dema propagandaya referandûmê de vekirî aliyê xwe diyar kir û nedixwest Erdogan were hilbijartin.
Encama referandûma serokatiyê li Tirkiyeyê dê gelek bertekan bi xwe re bîne. Hem siyaseta navxweyî ya Tirkiyeyê û hem jî têkiliyên bi derve re wê şiklekî nû bigirin.
Hêviya ku kemalîstan dabû xwe têk çû. Keda ku ewropiyan ji bo Erdogan neyê hilbijartin dayî rijiya nav avê. Erdogan bi vê yekê merhaleyeke nû ya ku gaveke din ber bi vejandina xeyala Împaratoriya Osmanî ve avêt.
Dû Erdogan re tenê aliyekî din ê qezenckirî heye; Ew jî kurd in!
Jêrzemînên Cizîr û kavilkirina Nisêbînê kêr nehat ku xelk bitirsin. Kayuman nekarîn vîna kurdan biguherin. Miftekirina deriyê HDP'ê kurd ji ya xwe neanîn xwarê. Kurdan bêyî pakiyê ji kesekî bikin dan dû vîna xwe ya siyasî ya ku ji ber girtin û zextan nekarî xebata referandûmê bimeşîne.
Divê ne kurd lê kemalîst li ser pirsa ka dê encama referandûmê çi bi xwe re bîne xemam bixwin. Ne kurd lê Ewropa êdî dê bêvila xwe bifirkînin ka li Rojhilata Navîn dê mutefikê wan kî be. Ji bo kurdan mesele ne ew e ka li Tirkiyeyê kîjan rejîm li ser hikum e. Meseleya kurdan bidestxistina mafan û azadiyê ye.
Aliyê ku destpêkê fêde ji şerê veguherîna rejîmê ya navbera îslamî û kemalîstên tirk werbigire dê kurd bin. Derza têkiliyên dîplomatîk û aborî yên di navbera Ewropa û Tirkiyeyê de jî dê bibe pînekirina têkiliyên welatên ewropî bi kurdan re.
Bila kes xwe nexapîne. Dinya wisa hatiye û wê wisa jî biçe; Wenn zwei sich streiten, freut sich der Dritte. Bi gotineke din; Hinga du alî bi hev bikevin, fêde yê aliyê sêyemîn e.
Nûçeyên eleqedar:
- Şîrketên lêkolînan çi got, çi derket?
- Konseya Ewropayê: Li Amed û Mêrdînê polîsan em asteng kirin
- Baydemîr: Em radigihînin, heta îtîrazên me bi encam nebin referandûm bi dawî nebûye
- Li hin navçeyên kurdan dengên herî zêde