Diyarname
Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr li ser encamên referandûmê li navenda avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê û got ku wan îtîrazên xwe kirine, ew radigihînin ku heta îtîrazên wan bi encam nebin referandûm bi dawî nebûye.
Vane ji gotinên Baydemîr hin not:
- Zagona Bingehîn metneke lihevkirinê ya civakî ye. Encama ku derketiye holê lihevkirinek civakî di vir de nîn e.
- YSK (Lijneya Bilind a Hilbijartinê) dibêje sedî 91 sindoq hatine vekirin lê AA (Ajansa Anadolu) dibêje sedî 99 vebûne, operasyonek xapandinê dike û şikê dixe ser vê encamê.
- Pisûlayên bêmohr sedî çend jê aîdê erê, sedî çend aîdê na ne? Bersiva vê yekê bi xwe jî rewşa şikbar dê derxe holê.
- Heta tûtanakên (qeydên) gihîştine ber destên YSK'ê nebin encamek fermî bi agahiyên ajansê bawer nebin.
- Em radigihînin ku heta encama îtîrazên me zelal nebe em eşkere dikin ku referandûm bi dawî nebûye. Mebûsên me Mithat Sincar û Dilan Dirayet Taşdemir ji bo van îtîrazan bikin li YSK'ê ne. Heta vê saetê reaferandûm hê bi dawî nebûye.
- Rawestana HDP'ê zelal e: Vîna ku çûbe ser sindoqê û deng dabe çi be, divê tiştê ji sindoqan derketibe û ketibe nava qeydan jî bi heman awayî jê derê.
- Divê rayedar di eşkerekirina encamê de lez nekin, ji ber ku daxuyaniyên ku bi lez bêne dayîn şikberî xurtir dibe. Jixwe qeyrana meşrûbûnek hebû mînakek din bi ser vê de zêde kirin. Rayedar ji bo ji holê rakirina vê şikê divê gavek zelal biavêjin.
Nûçeyên eleqedar:
- Li hin navçeyên kurdan dengên herî zêde
- Li bajarên kurdan rewşa erê-nayê