Diyarname
Saetên vekirîmayîna pirtûkxaneyên dewletê tê nûkirin û wekî ceribandin ji Stenbolê ji hin pirtûkxaneyan dest pê dikin.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Çand û Tûrîzmê ya Tirkiyeyê ji bo pirtûkxane demek dirêjtir vekirî bimîne xebat têne kirin.
Di vê çarçoveyê de Pirtûkxaneya Dewletê ya Bazîdê, Pirtûkxaneya Gel a Bajêr a Orhan Kemal û Pirtûkxaneya Gel a Navçeyê ya Şemsîpaşayê ku li Uskudarê ye ji 15'ê mehê ve êdî dê ji navbera saetên 08.00 û 22.30'î de vekirî be. Pirtûkxaneya Zarokan a Mîhrîmah Sultan a li Uskudarê jî dê di navbera 08.00 û 20.30 de vekirî be.
Pirtûkxaneya Gel a Navçeyê ya Aziz Berber ku li Kadikoy e jî ji 2'yê gulanê pêve dê di navbera 08.00 û 22.30 de vekirî be. Her wiha Pirtûkxaneya Zarokan a Selîmiye ya li Uskudarê jî dê di navbera 08.00 û 20.30 de vekirî be.
Li gor planê ev şêwe bi ser bikeve dê vê yekê li pirtûkxaneyên din jî belav bikin.
Li gor îstatîstîkên sala 2015'an li Tirkiyeyê yek neteweyî, bi giştî hezar û 130 pirtûkxaneyên gel, 555 heb pirtûkxaneyên zanîngehan û 27 hezar û 836 pirtûkxaneyên perwerdehiyên din, bi giştî 27 hezar û 836 pirtûkxane hene.
Yê Pirtûkxaneya Neteweyî 36 hezar û 220, yê pirtûkxaneyên gel jî mîlyonek û 367 hezar û 139, yê pirtûkxaneyên zanîngehan jî 3 mîlyon û 820 hezar û 761 endamên wan hene. Li Pirtûkxaneya Neteweyî hejmara kesên ji pirtûkxaneyê sûde girtine li gor salek berê sedî 5.7 daketiye.