Diyarname
ETA yanê "Euskadi Ta Askatasuna" (Welatê Baskê û Azadî) ev 40 sal bûn li herêma Baskê ku niha li bakurê Spanyayê û başûrê Fransayê ye têdikoşa. ETA azadiya herêma Baskê dixwest. Rêxistinê biryar da ku dest ji çekan berde û ev biryara xwe tîn cih: Li gor agahiyên nû li başûrê Fransayê rêxistinê çek teslîmê polîsên Fransayê kirine.
Di sala 2011'an de ETA'yê ragihandibû ku dê dest ji çekan berdan. Ew bi kuştina zêdeyî 800 kesî û bi birîndarkirina bi hezaran kesî tê tawanbarkirin.
BBC nameya ku ETA'yê têde qala destjêberdana çekan kiriye weşand. Name di 7'ê vê mehê de hatiye weşandin û wisa tê gotin: "ETA ku hemû çekên xwe teslîmê saziyên sivîl ên Baskê kiriye êdî rêxistinek bêçek e."
Ligel vê yekê jî Berdevkê Hikumeta Spanyayê Inigo Mendez de Vigo roja înê got ku dê ETA ji welatek demokratîk wekî Spanyayê tu tiştek bi dest nexe û di heman demê de xwest ku ETA berpirsê çalakiyên berê kirine eşkere bike.
Kurtedîroka ETA'yê:
- ETA di sala 1959'an, di dema dîktator General Franco de hat avakirin û ji bo serxwebûna herêma Baskan têdikoşiya.
- Di sala 1973'yan de bi çalakiya bombeyê serokwezîrê serdema Franco yê bi navê Luis Carreo Blanco kuşt. Bê çalakiyê kir ku bala dinyayê here ser ETA'yê.
- Di çalakiyên ETA'yê kirine de heta niha 829 kes mirine.
- Bi hewldana hikumeta Spanyayê di sala 2001'ê de Yekîtiya Ewropayê ETA wekî rêxistina terorê ragihand.
- Di sala 1978'an de baskê siyasî yê ETA'yê "Herri Batasuna" hate avakirin.
- Spanyayê di sala 1979'an de statuya xwerî ya Herêma Baskê qebûl kir û ev yek xist nav Zagona Bingehîn.
- ETA'yê yekem car di sala 1998'an de şerawestin ragihand. Paşê çend carên din jî ev ragihandin çêbû lê herî dawî di sala 2011'an de şerawestin hat ragihandin û heta niha hat.