Diyarname
Wekî gelek welatan li Hollandayê jî pirtûkên boyaxkirinê yên ji bo zarokan tên firotin. Di yek ji van de wêneyê Hîtler hebû. Li ser rexneyên giran pirtûk ji refan hatin komkirin.
Mexazeyên bi navê "Kruidvat" di mexazeyên xwe de pirtûkên boyaxkirinê ji bo zarokan difirotin ku di nav wan de di yekê de wêneyê Hîtler hebû û ji ber vê yekê rastî gelek rexneyan hat. Di nav van pirtûkan wêneyên kesên wekî Nelson Mandela, Albert Einstein jî hebûn ku wêneyê Hîtler ligel xaçek hebû. Li ser rexneyan mexazeyê pirtûkê ku wêneyê Hîtler lê bû da rawestandin û kom kir. Mexazeyê bi daxuyaniya ku belav kir lêborîna xwe xwest û got ku ew dê li ser vê lêkolînê bikin. Mexazeyê wisa got: "Me gelek caran qontrol kir lê dîsa di pirtûkê de cih girtiye, ne tiştek xweş e portreya dîktatorek di pirtûka boyaxan a ji bo zarokan de cih bigire."
Ev pirtûkên boyaxkirinê vê hefteyê yekemîn car derketibû piyaseyê û rastî rexneyan hatibûn. Her wiha mexazeyê ragihand ku ew dê pereyên mişteriyan bi paş ve bidin wan.