Diyarname
36'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê ku ji aliyê ÎKSV'ê ve tê li dar xistin bi merasike dest pê kir. Bi ser 200'î re fîlm têne nîşandayîn.
Festîvala îsal di navbera 5-15'ê mehê li dar dikeve. Merasima vekirina festîvalê li TÎM Show Center li dar ket ku pêşkêşvaniya wê Cem Davran kir. Lîstikvanê navdar SIR Ian McKellen, Midûrê Giştî yê ÎKSV'ê Gorgun Taner, Dîrektorê Festîvalê kerem Ayan û gelek mêvan amade bûn. Di şevê de lata rûmetê dan McKellen. McKellen ji "Richard III" heta "Efendiyê Gustîlan" di gelek fîlman de lîst, ligel sînemayê di şanoyê de jî xwedî cihek taybet e. Fîlmê "Richand III" bi awayekî nûkirinî di festîvalê de li salonên Atlas û Rexx'ê bêne nîşandayîn. Ew bi xwe roja 7'ê avrêlê dê beşdarî sohbeta sînemayê ya li Zanîngeha Bogazîçî bibe.
Demek berî wefata wî diyar kiribûn ku Xelata Sînemayê ya Kedê dê bidin Mithat Alam. Her wiha Xelata Rûmetê ya Sînemayê dan lîstikvan Macit Koper, derhênerê Dîmenê Çetin Tunce, lîstikvan Selma Gunerî û derhêner Bariş Pîrhasan. Pîrhasan diyar kir ku ew li ser navê rojnamegerên girtî vê xelatê digire û wiha dom kir: "Her wiha birûmet mayîn îro ji her demê zêdetir dijwar e. Ez vê xelatê ji bo hemû rojnameger, hunermend û dostên li girTîgehê digirim û diyarî hevrêyên xwe dikim."
Merasim bi nîşandayîna fîlmê Tessos Boulmetis "Lodos" bi dawî bû.
Ji 36 welatanz bi ser 200'î re fîlm têne nîşandayîn. Di nav festîvalê de hin fîlmên derhênerên kurd jî hene.
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Gelek fîlmên klasîk dibin mêvanên festîvalê
- Taylanên Bira bûn Serokên Juriyê
- 'Anayurt Otelî' bi awayekî nûkirin dê bê nîşandayîn
- Kedkarên sînemayê tên xelatkirin
- Serîlêdanên Festîvala Stenbolê dest pê kirin