Abdulkadir Ulumaskan
Mixabin dîroka kurd û Kurdistanê di heman deme de dîroka bobelatan e. Kurd di bindestî û di serdestiya xwe de jî her bobelat li ser bobelatê bi serê xwe û hev de tînin. Bobelatên dinya alem di serê kurdan de tînin têrê nake, îcar ew bi xwe bi serê xwe de bobelatan tînin.
Bobelatek dawî li Kurdistana qaşo wê serbixwe bibe qewimî. Rêveberiya Desthilatdariya Kurdistanê biryarek bobelat derxistiye û kiriye zagon. Mijar zimanê kurdî ye. Desthilatdarî, dixwaze ji niha û pê ve xwendekarên kurd yên wê biçin zanîngehê di zanîngehê de nota dersa kurdî wekî not neyê hesêb û tev li rêjeya serkeftina giştî nebe. Ango zimanê dayikê yê kurdî bi zagonî hatiye qedexe kirin. Berî vê zagona ecêb dîsa gelek astengî li pêşiya zimanê kurdî derxistibûn lê bi kêmanî ev ziman ne qedexe bû. Bi vê biryara dawî zimanê dayikê qedexe jî kirin. Mala wan neava!
Gelo ew biryar tê çi wateyê? Di serî de wateya vê hewldan û biryarê ew e ku zimanê kurdî wekî dewletên dagirkerên Kurdistanê, her dem dibêjin; "ev ne tu ziman e û nikare bibe zimanê perwerde û zanistê." Çend sal berê wezîrê Dewleta Tirkiyeyê Bulent Arinç jî ev digot. Niha Kurdistana wê girêdayî Tirkiyê serbixwe bibe vê yekê dike. Gelo serxwebûnek girêdayî dagirkerên Kurdistanê wê çawa bibe, ez gelekî meraq dikim. Serxwebûna girêdayî, bi serê xwe; ecêb, sosret û bobelateke mezin e. Xwedê me ji vê serxwebûnê biparêze înşelah!
Li tu dera cîhanê tu gel tuneye ku zimanê xwe bike rêza duyem û zimanê biyanî bike zimanê xwe yê serdest. Ev nav û deng û şeref ya siyaseta kurd ya têkçûyî ye. Berî Kurdistanek serbixwe divê siyasetmedar û serdestên kurd di dil û mejûyê xwe de serbixwe bibin. Bêyî kesayetek azad û serbixwe welatê serbixwe nikare bê ava kirin. Nav serbixwe be jî koletî ye. Kesên bi xwe, bi zimanê xwe nebawer û zimanê dagirker û biyaniya bike zimanê xwe, ne serbixwe ne. Ev hizir hizira koletiyê ye.
Dîsa li cihanê û di dîroka mirovatiyê de nehatiye dîtin û bihîstin ku tu kesî bi xwe zimanê xwe qedexe kiriye. Lê Kurdên serbixwe dixwazin wê rûreşiyê bikin dîroka Kurdistanê. Ev rûrêşî ne a gele kurd a siyaseta koletiyê ye. Serbilindî û sernizmî para wan e.
Ez zêde ji peyva "xayin" hez nakim û naxwazim bikar bînim. Lê ew kesên her roj hinekan bi xayiniyê tawanbar dikin, divê vê qedexeya zimanê kurdî li gorî metreya xwe ya "xayiniyê“ bipîvin!
Li hemû dewletên serbixwe û demokratîk dersa zimanê wî gelî her dem di rêza pêşîn de yekemîn e. Li her welatî dersa zimanê wan ji hemû dersên din bêtir girîng tê girtin. Saetên wê bêtir in û ji dersên dîrok, erdnîgarî, bîrkarî, zanistî û hwd. bêtir tên dayin. Ev ne şaş e ji ber hemû beşên zanistê bi riya ziman tên ferbûn û fêr kirin. Mirov nikare matematîk an dîrokê bê ziman hîn bibe û bide hîn kirin.
Li Tirkiyeyê bi xwe dema xwendekarek di dersa zimanê tirkî de ne serkeftî be û hemû beşên dersên din herî baş be jî, ew kes hetanî wê dersa xwe baş neke nikare derbasî asta pêş bibe. Ev mînak li welatên din jî kêm zêde bi wî rengî ne. Li Ewropa jî dersa zimanên wan wekî ders, dem û derfet ji hemû dersên din zêdetir tên nirxandin.
Niha li Almanya kesên nû an dereng hatinê Almanya û dersa wan ya zimanê îngilîzî ne baş be, ew xwendekar dikevin ezmûna zimanê kurdî û ew notek baştir di kurdî de bigirin ev li şûna îngilîzî tê hesab kirin. Ango ew xwendekar serkeftî tê hesêb û ji dersa îngilîzî jî xelas dibe. Em bi xwe wekî mamosteyên zimanê kurdî, her sal van ezmûna çêdikin. Baş tê zanîn îro li hemû cîhanê zimanê îngilîzî yê sereke ye lê dîsa jî li dû zimanê netewî tê.
Min ev mijar ji hevalekî xwe mamoste yê ji Başûrê Kurdistanê û di derheqê mijarê de agahdar pirs kir. Min ji mamoste pirs kir ku heke birêz Nêçirvan an Mesûd Berzanî dixwazin dikarin vê biryarê betal bikin an na? Mamoste got: "Bi yek peyvê dikarin betal dikin." Pirsa min ya din jî ji mamoste ew bû ku sedemê vê biryarê çi ye? Dîsa bersîva mamoste gelekî balkêş bû û got: "Ez bawer dikim ji wezîr, şêwirmend an jî desthilatdarên mezin kurê yekî baş bi kurdî nizane û ji bo vê ev kirine biryar."
Gelo bi vê tecger û hişmendiyê tu Kurdistanên serbixwe dikarin bên ava kirin. Heke dagirker, zimanê me qedexe bikin, em dikarin vê fêm bikin lê dema serdestên me bi xwe zimanê me û xwe qedexe bikin divê em wan şermezar bikin. Loma jî ez wekî kurdekî vê helwest, hewldan û biryara rûreş şermezar dikim.
29.03.2017