Diyarname
Kovara Forbes 100 navên herî dewlemend ên dinyayê rêz kir. Di rêza yekemîn de xwediyê şîrketa Microsoftê Bill Gates bi 86 mîlyar dolarî di rêza yekemîn de ye.
Li dinyayê dewlemend zêdetir dewlemend dibin, feqîr zêdetir feqîr dibin. Ev yek îsal jî neguherî. Di sala 2017'an de hejmara dolar-mîlyarderan sedî 13 zêde bûye ku hejmara wan ji 1810'an derketiye 2043 kesî. Di dîroka Forbesê de yekemîn car hejmara dolar-mîlyarderan derketiye bi ser 2000 kesî. Pereyên van mîlyarderan derketiye 7.67 trîlyon dolarî ku li gor par sedî 18 zêde bûye ev pere.
Bill Gates ku dîsa bûye yekemîn ev sê car in bi ser hev de dibe yekemîn. Par Gates xwedî 76 mîlyar dolarî bû, îsal ev pere derketiye 86 mîlyar dolarî. Di nav lîsteyê de giraniya hemwelatiyên DYA'yê (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) xwe nîşan dide ku di rêza hersêyên pêşî de ew hene, dîsa di nav 10 kesên herî dewlemend de 8 kes ew in.
Di rêza 14'an de şirîka mezin a şîrketa "L'Oreal" Liliane Bettencourt heye ku serwetê wê 39.5 mîlyar dolar e. Ew bi vê serwetê li dinyayê jina herî dewlemend e.
Vaye 10 kesên herî dewlemend (Bi rêze nav, welat, serwet, şîrket):
1- Bill Gates / DYA / 86 mîlyar dolar / Microsoft
2- Warren Buffett / DYA / 75.6 mîlyar dolar / Berkshire Hathway
3- Jeff Bozos / DYA / 72.8 mîlyar dolar / Amazon.com
4- Amancio Ortega / Spanya / 71.3 mîlyar dolar / Zara
5- Mark Zuckerberg / DYA / 56 mîlyar dolar / Facebook
6- Carlos Slim Helu / Meksîka / 54.5 mîlyar dolar / Telekom
7-Larry Ellison / DYA / 52.2 mîlyar dolar / Oracle
8- Charles Koch / DYA / 48.3 mîlyar dolar / Koch Industries
9- David Koch / DYA / 48.3 mîlyar dolar / Koch Industries
10- Michael Bloomberg / DYA / 47.5 mîlyar dolar / Bloomberg