Diyarname
Anne-Marie Nicholson di sala 1991'ê de hatiye dinê, stranbêjek îngilîz e. Heta niha çend albumên wê derketine. Par ji Xelata MTV Europe Musicê, Xelata MOBO'yê, îsal jî Xelata Brit girt.
Mehmet Alî Şulan ji Cizîra Şirnexê ye. Hunermendekî ye, ligel hinek hevalên xwe di kafeyan de distrê.
Mehmet Alî Şulan ligel Anne-Marie bi ser bernameya Smule re duetek kir. Di duetê de Anne-Marie strana "Rockable" (Wê ligel Sean Paul ev stran gotibû), Mehmet Ali Şulan jî stranek bi kurdî got. Û ev dueta wan di rojek de ji aliyên hezaran kesî ve hat temaşekirin, bi hezaran kesî girt ew belav kir.
Şulan dibêje pêşî ji bo henek be wî tiştek wisa kiriye, dûre mêze kiriye kar veguheriye cidiyetê û ev yek jî gelek li xweşa wî çûye.
Heta niha gelek kesî bi rêya SMULE klîbên wisa çêkirine. Ji Cizîrê sazkirina klîbek wisa zêdetir ji bo me bi wateye, loma em vê klîbê wekî Klîba Hefteyê hildibijêrin û pêşkêşî we dikin.
Fermo:
Mehmet Ali Şulan li Cizêrê dijî û ligel koma xwe di cafeyan de stranan distrê...