Diyarname
Komek pirtûkhez û nivîskar li Deriyê Çiyê bi navê wê yê nû Meydana Şêx Seîd a Amedê hatin ba hev û pirtûk xwendin. Çalakî ji aliyê "Tigris Bisiklet ve Ozel Sporcular Kulubu" ve hate organîzekirin. Wan bi xwendina pirtûkan bihar pêşwazî kir ku jixwe diruşmeya çalakiyê jî bi vî rengî bû. Di nav kesên beşdar bûn de nivîskarê malpera me Omer Dilsoz, nivîskar Îlhamî Sîdar jî hebûn.