Nalîn Pekgul, 7'ê adarê di rojnameya Swêdî Expirêsê de nivîsek bi ser navê divê Siwêd piştgîriyê bide Femenîstên Tirkiyê belav kir.
Rojnameger Hesen Qazî nivîsa Nalîn Pekgul ji Siwêdî wergerand ser pîtên armaî û rojnameger Ednan Kêstey jî ji pîtên aramî kir pîtên Latînî.
Fermo ew nivîs:
Partiyên Femenîst yên Swêdî mijara girtina parlamneterên kurd yên ku li Tirkiyê mafê wekheviya jin û mêran diparêzin zêdetir rewşa çûna heyeta Swêdî ya Îranê bi zorê li serkirina leçikên wan sekinîn. Nalîn Pekgul di gotara xwe de keser û xemgîniya xwe li beramberî bêdengiya partiyên Swêdî li dijî girtina siyasetmedar Selahedîn Demîrtaş ku wekî stêrekê roj bi roj li herêmê geş dibe nîşan dide.
Pakgul dibêje çend roj berî hewildana darbeya 15'ê Tîrmeha 2016'an a Tirkiyeyê dema ez diçûm ser kar, di trêna binerdî de çavê min bi du tirkan ket. Me her tim bi edeb silav dida hev, lê tu cara em bi hev re nediaxivîn. Lê belê nîgeraniyên me yên derbarê kes û karên me li Tirkiyê wisa li me kir ku em li kêleka hev rûnin û dest bi axaftinê bikin.
Em her du jî li ser wê yekê hemfikirbûn ku Receb Tayyip Erdogan dê belayek bîne serê Tirkiyeyê. Jinik ji nişkêve got, wan dengê xwe dane partiya kurdan HDP'ê lê ew bixwe tirk in sedem jî ew bû ku gelek kêfa wan bi Serokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş dihat. Wan wisa hizir dikir ku ez gelek tiştan derbarê Demîrtaş de dizanim û min jî dengê xwe daye wî. Lê ji ber ku ez ne hemwelatiya Tirkiyeyê me min nekarî di hilbijartinan de deng bidim. Ez ji bo demek kin guhişî man û min hinekî hizrên xwe kirin lê ez ne zêde xwedî agahî me li Selahattîn Demîrtaş û bi tenê min navê wî bihîstiye. Zilamê pêre jî nêrînek baş ya pozitîf li ser Dermîrtaş hebû. Ew di wê baweriyê de bû ku ji raboriya Tirkiyeyê û heta niha siyasetmedarekî wiha jîr û rastgo ne li Tirkiyê, ne jî li Rojhilata Navîn negihaye. Jinikê lê zêdekir û got, "Demîrtaş ji bo mafê jinan jî têdikoşe, ji bilî wê jî qet kêfa wê nayê bi rêberên wekî Erdogan yên ku tovê dijminatiyê di nava tirk û kurdan de diçînin."
Selahattîn Demîrtaş û hevseroka partiya wan Fîgen Yuksekdag tevî gelek endam û alîgirên HDP'ê hatine girtin, di heman demê de karbidestên dewletê astengî danî pêşiya medya civakî, ji ber ku Erdogan û rejîma wî hest bi hindê kirin ku gel li hember girtina hevserokên partiyekê ku gel ew qasî jê hez dike bêdeng namîne. Min bi riya xizmên xwe zanî bê ka Demîrtaş çiqas di nava gel de tê hezkirin, hem di nav kurdan de hem jî di nava tirkan de.
Ji dema zarokatiyê tê bîra min ku em kurd çiqasî ji tirkan bêzar dibûn, qet nayê bîra min carekê jî yekî gotibe em û tirk dikarin bi awayekî wekî hev bi hev re bijîn. Lê bîr û baweriyên Demîrtaş ew in ku binyadê welatekî demokratîk bêdanîn û hemû netewe, bîr baweriyên cuda têde bi azadî bijîn û hest bi aramiyê bikin, ew behsê kurdan tenê nake mafê asûrî, suryanî, ermenî û kesên ser bi bîr baweriyên cuda jî diparêze. Demîrtaş Nelson Mandela tîne bîra min tevî ku ew qas zilm û zor jî lê hat kirin hemû jiyana xwe xebitî ku reşpîst û spîpîst bi hev re di nava aştiyê de bijîn.
Demîrtaş di zindanê de ye lê gotar û peyamên wî di youtube de hîn hene ez bi dîmen û axaftinên wî serbilind im dema ez dibînim meqamê xwe ji bo wekheviya mafê jin û mêran bi kar tîne, di germe germa hilbijartinan de dîmenekî wî di televîzyonek de hat belavkirin û wî taştê ji her du keçên xwe re hazir dikir. Di dîmenê de ew dibêje ji ber kar û barên hilbijartinê ew nikare zêde alîkariya hevjîna xwe bike û ev yek jî wî aciz dike.
Bi rastî jî li Rojhilata Navîn ne tiştekî hêsan e ku zilamekî meqamê xwe ji bo wekheviya mafê jin û mêran bikar bîne û bi kirdar jî vê yekê îsbat bike, dibe ku Dermîrtaş bibe sedema qelsbûna mêraniya zilamên kurd û tirk, lê wê bibe hêz ji bo jinan. Heta niha wekheviya mafê jin û mêran li Tirkiyê û tevahiya Rojhilata Navîn de ji gotinên xweşik zêdetir ne tiştek bû.
Sefera min ya sala 2005'an ya Pakistanê tê bîra min. Ez li gel An Lîndey çûm Pakistanê. Wê demê An Lîndey Sekretera Navnetewî ya Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê bû. Lîndey ji Serokê Parlamena Pakistanê pirsî ka ew çawa kar dikin li dijî kuştina jinan di bin navê namûsê de? Wî hema bi bayê bezê bersiv da û got wan desteyek jinan ava kiriye û ji serokê komê xwest were pêş û behsa çalakiyên xwe bike, ez ji vê helwesta wî gelek aciz bûm.
Ez bi xwe ji Rojhilata Navîn im û dizanim tenê zilamên xudan desthilat dikarin li ser kuştinên di bin navê namûsê de biaxivin.
Roja din serê sibê min ji Serokê Parlamentoya Pakistanê re got eger tu derkevî televîzyonê û kuştina jinan di bin navê namûsê de şermezar bikî ev hezar carî ji wê yekê baştir e ku jinek vê yekê bike. Dema ez dibînim Demîrtaş behsa wekheviya jin û mêran dike ez dibêjin qey xewna min dibe rastî, di van hefteyên dawiyê de min hemû ew çalakiyên şermezarkirinê yên ji ber serdana An Lîndey ya Îranê ku laçik kiribû serê wê şopandin. Bi rastî jî ez ji wan nerazîbûnan fêm nakim, ez bi xwe bi wê yekê gelek kêfxweş bûm bê ka çawa axayên Îranî neçar man li gel komek xanimên Swêdî rûnin û dan û standin bikin. Min ew jî bihîst ka çawa îraniyan henekê xwe bi desteya nûnerên xwe kiriye ji ber ku tenê ji mêran pêk dihat; ev yek ji bo xebatên jinan li Îranê erênî bû.
Ez her wiha hem aciz im, hem jî xemgîn im ku femenîstên Swêdî bi eşkere piştgirya wan kesan nakin yên li Tirkiyê ji bo mafê jinan dixebitin. Ew partiyên siyasî yên Swêdê ku xwe wekî Femînîst dizanin, berovajî kesên wekî Mehmet Kaplan, Yarî Xan û Omer Mistefa derdixin pêş ku ev kes bixwe piştgîriya siyasetên Erdogan yên li dijî jinan dikin.
Ev jî balkêş e ku wezîrê me yê Femînst yê kar û barên derve Margot Walstrêm girtina mezintirîn femînîstê Tirkiyê yanî Selahattîn Demîrtaş protesto nekir. Gelo bi rastî jî ev hikumet di siyaseta xwe ya derve ya femîstiyê de cidî ye? Pêwîste werzîrê kar û barên derve li balafirê siwar bibe biçe Tirkiyeyê û li zindanê serdana Selahattîn Demîrtaş bike, da cîhan hemû bizane ka mebesta me ji siyaseta derve ya femînîstiyê çi ye?.
Nalîn Pekgul hemşîre ye û mebûsa berê ya Swêdê ye. Ew di heman demê de nivîskar e. Di sala 2014'an de ligel Çeko Pekgul pirtûka "Ez ne Swêdî me" nivîsandiye.